DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

Parlementoya Hollandayê qirkirina Êzidiyan nas kir

06.07.2021
0
A+
A-

Parlamentoya Hollandayê, Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî ya Şengalê weke qirkirina Êzidiyan nas kir.

Pêşnûmeya ku ji aliyê parlamentera yekitiya Xiristiyanên Demokrat, CDA, Anne Kuik ve hat pêşkêşkirin, li parlamentoyê ket dengdanê.

Pêşnûme bi yekdengî hate qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku Parlamentoya Ewropa, Parlamentoya Konseya Ewropa, Civata Nûneran a Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya bo Sûriyê û di rojên derbasbûyî de, parlamentoya Belçîkayê, kirinên hovane ku çeteyên DAIŞ’ê li ser Êzidiyan, Xiristiyan û civakên din yên etnîkî û olî kirine, weke sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîde danasîne.

Di dewamiya pêşnûmeyê de tê gotin:

 ‘Parlamento diyar dike ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî jenosîd kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.’

Li gel vê yekê, têkildarî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an 4 pêşnûmeyên din jî hatin qebûlkirin:

– Di darizandina DAIŞ’iyan li Hollandayê de, divê dengê qurbaniyên Êzidî jî bê bihîstin û mafê tazmînatê bê naskirin.

– Ji bo edaletê, darizandina çeteyên DAIŞ’ê, yên ku ji derve çûne herêmê û sûc kirine jî di nav de, li herêmê pêk were.

– Divê fona alîkariya ji bo piştgiriya jin û zarokên Êzidî ku bûne qurbanê hovîtiya DAIŞ’ê bê zêdekirin.

– Divê hikûmet piştgiriyê bide jinûveavakirina Şengalê.

Hejayê gotinê ye ku di rûniştina 1’ê Tîrmehê ya parlamentoya Hollandayê de, wezîra karên derve Sigrid Kaag jî, li ser navê hikûmetê piştgirî dabû pêşnûmeyê.

Sigrid Kaag diyar kiribû ku hikumeta Hollanda, ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan, di qada navneteweyî de kar dike, lê hîna ji bo vê yekê, desteka pêwist ya siyasî nîne.

Kaag destnîşan kiribû ku heta ev yek pêk were, ew ê xebatên xwe yên komkirin û radestkirina delîlên qirkirinê, ji bo navenda lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ya girêdayî neteweyên yekbûyî, dewam bikin.

Ji bo ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an weke qirkirina Êzidiyan di qada navneteweyî de bê naskirin, divê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarnameyek bê qebûlkirin, an jî ji aliyê Dadgeha navneteweyî an Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve jî biryar bê dayîn.

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.