DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Parlamentoya Ewropayê derbarê HDPê de dicive

Parlamentoya Ewropayê derbarê HDPê de dicive
02.07.2021
0
A+
A-

 Parlamentoya Ewropayê dê roja Sêşema bê civînekê bi sernavê “Li Tirkiyê zexta li dijî dijbereyê, nemaze HDP” pêk bîne.

Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyasetên Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera Parlamentoya Ewropayê hatiye weşandin, “endamên parlamentoyê dê roja Sêşemê 6ê Tîrmehê derbarê guvaşên Tirkiyê yên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînekê bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re pêk bînin û zextên li ser HDPê şermezar bikin.”

Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyasetên Ewlekariyê diyar kiriye, “hezaran endamên HDPê ku sêyemîn partiya di parlamentoya Tirkiyê ye, bi tometên girêdayî terorê tên darizandin.”

Li gor agahiyan, komên siyasî ji bo vê civîna Parlamentoya Ewroapyê dest bi amadekirina pêşnûmebiryaran kirine.Kom û fraksiyonên parlamentoyê dê roja Duşemê pêşnumeyên xwe pêşkêş bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku dê roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê biryara fermî ya Parlamentoya Ewropayê derbarê zextên li ser HDPê de bê aşkerekirin.

HDP sêyemîn partî û fraksiyona mezin a di nav parlamentoya Tirkiyê de ye, lêbelê hikûmeta Tirkiyê ji sala 2016an ve guvaşeke mezin li wê partiyê dike.

Bi salan e, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan HDPê tawanbar dike ku ew eniyek siyasî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li derveyî qanûnê ye.

Dîrokek dirêj a Tirkiyeyê ya girtina partiyên siyasî heye ku wekî xeterekê tên dîtin, û di salên bihorî de hejmarek partiyên Kurdî li Tirkiyê bi hincetên girêdayî terorê û hebûna pêwendiyan wan li gel PKKê hatine qedexekirin./Rudaw

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.