DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Parlamentoya Ewropayê biryara derbarê HDPê de pesend kir

Parlamentoya Ewropayê biryara derbarê HDPê de pesend kir
08.07.2021
0
A+
A-

Parlamentoya Ewropayê îro projeya biryara derbarê guvaşên li ser opozisyona Tirkiyê, taybet jî HDPê de pesend kir û rexneyên tund li Tirkiyê girtin.

Di dengdana li Parlamentoya Ewropayê (PE) de, pêşnûmaya biryara bi sernavê “Li Tirkiyê, di serî de HDPê Zexta li ser Opozîsyonê” bi 603 dengan li dijî 2 hate qebûl kirin. 67 parlamenter bê deng man.

Di biryara ku ji aliyê komên Kristiyan Demokrat, Sosyaldemokrat, Lîberal, Kesk û Çep ên di nav PEyê de bi hevra hat nivîsandin de, zexta “zêde” ya li ser partiyên dijber wekî “xemdar” hate qebûlkirin û şermezarkirin.

Parlamentoya Ewropayê tekez kir ku guvaşên li ser partiyên opozîsyonê “bikaranîna mafên siyasî yên partiyan û kapasîteya wan a bicihanîna rolên xwe yên demokratîk tên sînordarkirin.” Herwiha hat destnîşankirin ku ev kêmbûna azadiya xebata opozîsyona siyasî “rewşa dramatîk a mafên mirovan a li Tirkiyeyê û hilweşîna demokrasî û dewleta hiqûqê ya domdar eşkere dike.”

Di biryarê de, ku bi taybetî balê dikişîne ser rewşa HDPê, ku dibêje nêzîkê 4,000 endam di zindanê de ne, serlêdana ji bo girtina vê partiyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hate şermezarkirin. Hat diyarkirin ku heta îro 6 “partiyên Kurd” ji aliyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ve hatine girtin. Lêbelê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî (DMME) ku girtina partiyan wek binpêkirina azadiya komeleyê dibîne hate bibîr anîn. Hat destnîşankirin ku girtina HDP “dê di navbeynê de xeletiyek cidî ya siyasî be, dê derbeyekê li piralî û prensîbên demokratîk bixe, û dê bibe sedema ne temsîliyeta bi mîlyonan hilbijêran li Tirkiyeyê.”

Di biryarê de, rewşa her du hevserokên berê yên HDP, Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî hate behskirin.

Li gorî biryara DMMEyê ya di 20 Berfenbara 2020an de, hat xwestin ku  Demîrtaş “demildest serbest bê berdan.” Di vê biryarê de bang li rayedarên Tirk jî hat kirin ku “ji kampanyayên dijî HDP dûr bikevin,” û hat îfadekirin ku ji “bikaranîna kêfî” ya zagona “dijî terorê” dilgiranin.

Di biryarê Peyê de, fezlekeyên di derbarê hin parlamenterên partiyên opozîsyonê de hatine amadekirin jî anîn rojevê. Di vê çarçoveyê de, daxwaza rakirina parêzbendiya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu hate şermezarkirin.

Herwiha PE ji biryara binpêkirina mafan a ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve ya derbarê Omer Faruk Gergerlioglu de hat ragihandin kêfxweş e û hat xwestin ku demildest parlamenteriya Gergrlioglu lê vegerinînin. Di biryara PEyê de serbestberdana parlamenterên din ên HDPê yên ku di zindanê de ne jî hat xwestin.

Di biryarê de, di hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê de, ji kar dûrxistina gelek şaredarên bi awayekî demokratîk hate hilbijartin û li şûna wan walî an jî qeyûm tayînkirin hatin şermezarkirin. Hewlêr (Rûdaw) –

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.