DOLAR
19,1558
EURO
20,8297
ALTIN
1.212,05
BIST
4.919,20
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Parlamentoya Brîtanyayê: Divê pênaseya ‘terorîst’ a têkildarî PKK’ê ji nû ve were nirxandin

28.08.2021
0
A+
A-

APPG’ê rapora ‘Li Tirkiyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan’ temam kir û tê de ji hikumetê hate xwestin ku li gorî biryara dadgeha Belçîkayê, pênaseya ‘terorîst’ a têkildarî PKK’ê ji nû ve were nirxandin.

Koma Kurdistan, Sûriye û Tirkiyê ya Parlamentoya Brîtanyayê (APPG) rapora bi mijara ‘Li Tirkiyê Temsîla Siyasî û Wekheviyê ya Kurdan’ temam kir. Di raporê de ji hikumeta Îngilîz hate xwestin ku li ber ronkahiya biryara dadgeha Belçîkayê ya têkildarî PKK’ê ya pênaseya ‘terorîst’ ji nû ve binirxîne û binpêkirinên mafan ên li Tirkiyê şermezar bike.

Komîsyonê diyar kir ji ber operasyonên Tirkiyê yên li Kurdistanê sivîl têne kuştin û birîndarkirin û ji hikumeta Îngilîz xwest ji bo pêşî li van kiryarên wiha bigire, zêdetir hewl bide.

Rapora ji hêla şandeya bi seroktiya Wekîlê Partiya Karkeran Lloyd Russel Moyle hate weşandin. Rapor binpêkirina mafan ên têkildarî Kurdan û aliyên din û pêşniyazan vedihewîne. Di raporê de polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser Kurdan tên destnîşankirin û polîtîkayên aerokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên salên dawî Kurdan dike hedef, hate vegotin.

Komîsyonê diyar kir wekîlên Kurd dibin hedef, têne girtin, îşkencde li wan tê kirin û diyar kir li ser mijara siyasetmedarên Kurd û girtiyên Kurd biryarên DMME’yê werin bicihanîn. Hin tespît û pêşniyazên di raporê de wiha ne:

– APPG’ê tespît kiriye ku şaredar dema ku hatin destgîrkirin an jî girtin, mafên wan hatine binpêkirin.

– APPG’yê tespît kiriye girtina KCD’ê binpêkirina rêgezên civaka demokratîk e.

– APPG’ê tespît kiriye bi rengekî sîstematîk zext li komên ciwanan ên siyasî yên Kurd û bi ser HDP’ê ve, tê kirin.

Di pêşniyazan de her wiha ji Hikumeta Qraltiya Yekbûyî tê xwestin ku ev problem bi hikumeta Tirk re were gotûbêjkirin, nûnerên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ji bo ku biryarên DMME’yê û Konseya Ewropayê bidin pejirandin bînin rojevê, ji hikumeta Qraliyeta Yekbûyî her wiha tê xwestin ku ji bo ku li Tirkiyê bi asta xwecih hiqûq bi cih were û rêgezên demokratîk geş bibin zext li hikumeta Tirk were kirin û tê xwestin ku hikumet girtina KCD’ê şermezar bike û ji bo çareseriya demokratîk qewlên hikumeta Tirk bi bîr bixe.

Di raporê de her wiha zex û zordariyên li ser rêxistinên civaka sivîl tên bibîrxistin û tê gotin saziyên çandî têne girtin û her wiha li ser ziman û çanda kurdî polîtîkayeke cudaxwaz heye.

Di raporê de betalkirina Peymana Stenbolê ya ji hêla hikumeta Tirk ve tê bibîrxistin û betalkirina peymanê tê rexnekirin.

Bi berdewamî zext û zordariyên li ser çapemeniyê jî tên bibîrxistin û tê diyarkirin li Tirkiyê azadiya çapemeniyê ji hêla hikumeta Tirk ve tê binpêkirin û medyaya Kurd ji hêla dewletê ve hedef tê nîşandan.

Di raporê de biryara dadgeha Belçîkayê ya li ser PKK’ê ku gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e, tê bibîrxistin û tê gotin bingehê yasayî yê vê pênaseyê ketiye ber pirsan û tê gotin li Tirkiyê çi kesê ku ji bo mafê mirovan têdikoşin jî weke terorîst têne nirxandin, PKK bi niyeteke baş tevlî hevdîtinên aştiyê bûye û ji bo ku derbasî qada siyasî bibe hewldanên xwe hene.

Di raporê de tê gotin hikumeta Kraltiya Yekbûyî heke ceribandinên xwe yên dîrokî ji bo destekdayina li aştiya Tirkiyê bi kar bîne ev ê binirx be, bang li hikumeta Kraltiya Yekbûyî tê kirin ku bicihanîna etîketa ‘terorîzm’ê li ser siyasiyên Kurd û rêxistinên çandî û ji bo kesên ku tenê Kurd in û xweseriya Kurdan dixwazin nikare were bicihanîn, her wiha ji hikumetê tê xwestin ku bala xwe bide ser gotinên hikumeta Tirk ên di lêpirsînên HDP’ê de û guh bide ser PKK’ê.

APPG her wiha ji hikumeta Kraltiya Yekbûyî dixwaze ku ji pênaseya rêxistina teröre ya Tirkiyê ya li ser PYD-YPG dûr bikeve û li qadê bi van rêxistinan re bixebite.

Her wiha ji hikumetê tê xwestin ji bo ku PKK û hikumeta Tirk peymaneke aştiyê denyin û destekê bide pêvajoyeke wiha tecrûbeyên xwe yên Irlandaya Bakur bi kar bîne.

ANHA

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.