DOLAR
18,5487
EURO
18,2752
ALTIN
1.013,74
BIST
3.392,13
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
34°C
Diyarbakır
34°C
Açık
Salı Açık
35°C
Çarşamba Açık
33°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
30°C
Cuma Az Bulutlu
27°C

‘Parastina herî girîng parastina nirx û çanda me ye’

‘Parastina herî girîng parastina nirx û çanda me ye’
20.02.2022
0
A+
A-

Beşîr Mela Newaf diyar kir ku parastin tenê bi çekan nabe û ji bo Kurdan parastina herî girîng ew e ku nirx, ziman û çanda xwe biparêzin.

Parastin ji bo domdariya civakan û her wiha hemû giyaneweran pêwîstiyeke sereke ye, bi taybetî ji bo gelê Kurd. Kurd bi salan e li dijî êrişên dagirker û mêtingeran tê dikoşin û niha jî ji bo hebûna xwe li her derê tê dikoşin.Beşa herî girîng a têkoşîna Kurdan bê guman parastina çekdarî ye. Lê belê, ji bilî vî şêweyê parastinê, parastina nasname û nirxên civakî bingeha xweparastina Kurdan e.Mamosteyê ziman û wêjeya kurdî yê Zanîngeha Rojava û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Beşîr Mela Newaf got parastina herî girîng ji bo Kurdan parastina ziman û çandê ye.Beşîr Mela Newaf wiha axivî: “Parastin yek ji mijarên diyarker ên mirovahiyê ye û xwedî gelek aliyên madî û manewî ye. Dema dîroka mirovahiyê û serdemên destpêkê yên civakîbûnê li ber çavan werin girtin, xuya ye mirov li şert û mercên jiyanê yên baştir digerin û nifşên xwe mayînde dikin. Yekemîn pêngava mezin a mirovahiyê di dîrokê de koçberiya ji Afrîkayê ber bi Zagrosan ve bû. Li gorî lêkolîner û dîroknasan, mirovahiyê bi vê koçberiyê re xwe li çiya û şikeftan parastiye û jîngeh afirandine. Di serdema şaristaniyê de em dibînin ku civakan ji bo ku xwe ji karesatên xwezayî biparêzin, bendav û avahî, keleh û dîwar ava kirine û amûrên parastinê çêkirine.”Beşîr Mela Newaf destnîşan kir ku di dîrokê de mirovahiyê ji bo ku mirovahiyê tune bike, dîsa nirxên xwe bi kar anîne û wiha berdewam kir: “Marks jî xuya dike ku berhemên ku mirovahiyê ji bo bidestxistina aştî û refahê afirandin, di serdema emperyalîzmê de li dijî mirovahiyê hatin bikaranîn. Îro dinya bi du xetereyên mezin re rû bi rû ye. Ya yekemîn qulbûna tebeqeya Ozonê û germahiya global e. Rîskeke din a mirovan jî bombeyên atomê û çekên nukleerî ne. Di roja me ya îro de îhtîmal heye ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de li ser Ukraynayê şerekî nû yê cîhanê rû bide. Ji bo parastina mirovahiyê ji rewşeke bi vî rengî tişta herî girîng ew e ku nirxên xwe yên mirovî û exlaqê mirovahiyê biparêze. Li hember metirsiyên li ser gerdûna me, divê em bi hevparî tev bigerin.”KURD Û PARASTINBeşîr Mela Newaf bi bîr xist ku Kurd ji destpêka sedsala 20’an ve rastî gelek komployan hatine û got: “Ev komplo bi taybet bi destê wan dewletan ku ji Şoreşa Fransayê ve banga “demokrasi û mirovahî” dikin, bi binpêkirina rêgezên xwe pêk hatine. Van komployan bi salan dewam kir û di dawiyê de hate xwestin ku gelê Kurd bi komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan were qirkirin.”LI ROJHILATA NAVÎN ROLA KURDANMela Newaf têkildarî formên parastinê yên ku divê gelê Kurd pêk bîne, wiha axivî: “Beriya her tiştî divê parastin bi tenê wek çekdarî neyê dîtin. Parastina herî girîng parastina nirxên mirovahiyê, exlaq, nasname û çandê ye. Divê em aliyê xwe yê mirovahiyê biparêzin da ku li dijî ferasetên ku hewl didin civakan bînin hemberî hev, xwe biparêzin û ji bo vê, divê em hişmendiya xwe xurt bihêlin. Dema em li Sûriye, Iraq û Lîbyayê dinêrin, li Rojhilata Navîn hema bêje Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Ev welat bûne qadên ku hêzên hegemonîk hewl didin lê nexşeyên xwe xêz bikin. Li dijî van însyatîfên hegemonan bi pêşxistina têkiliyên di navbera gelan de, mimkun e were parastin. Parastina me ya herî girîng ew e ku em wek gelê Kurd hêza xwe ya gel biparêzin. Bi vê parastina ku ji parastina çekdarî bihêztir e, em dikarin herêmên ku em tê de ne, biparêzin û ji gelên din re jî bibin mînak.”

BANDORA ŞOREŞA ROJAVABeşîr Mela Newaf got bi Şoreşa Rojava re ziman û çanda Kurdan û gelên herêmê hatiye parastin û wiha dewam kir: “Bi taybetî bi zimanê dayikê perwerde bû qadek ku gelên din bikarin xwe biparêzin û ziman û çanda xwe zindî bihêlin. Em li zimanê xwe, çanda xwe û nirxên xwe yên mirovahiyê xwedî derkevin. Di sedsala 21’an de cîhanê dît ku Kurd çi qasî dildar in ji bo azadî û aştiyê. Nemaze têkoşîna jinên Kurd nîşan da ku Kurdan çawa ku beriya niha li Rojhilata Navîn roleke diyarker lîstiye, bi pêşengiya biratiya gelan dê bi heman rolê rabin.”ŞERÊ TAYBETAkademîsyen û rewşenbîr Beşîr Mela Newaf herî dawî têkildarî şerê taybet jî ev hişyarî da: “Serdest, bi tepisandina aliyên qels ên civakê şerê taybet didin meşandin. Dewleta Tirk jî hewl dide li ser xalên hesas ên me Kurdan şerê taybet bimeşîne. Mixabin ji bilî çapemeniya Tirk, îro hin saziyên çapemeniya Kurdan jî bi dilxwazî an jî bê îrade xizmeta vî şerê taybet dikin û li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd asteng in. Dewleta Tirk zemînê ji êriş an jî komkujiyê re amade dike û vê yekê bi rêya çapemeniyê dike. Wekeşêweyê parastinê yê li dijî van hemûyan, ji bo em raya giştî di van mijaran de hesas bikin, divê em çapemenî û weşana xwe xurt bikin. Bi vî rengî em xwe li hemû eniyan diparêzin û destkeftiyên xwe diparêzin û bi pêş ve dibin.”

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.