DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Panorama hefteyê: Rûsya siyaseta xwe li hemberî êrişên Îsraîlê li Sûriyê diguherîne

Panorama hefteyê: Rûsya siyaseta xwe li hemberî êrişên Îsraîlê li Sûriyê diguherîne
25.07.2021
0
A+
A-

Li gorî raporan, Rûsya siyaseta xwe li hemberî êrişên Îsraîlê li Sûriyê diguherîne, di heman demê de Erdogan krîzên xwe bi rojavayan re kûrtir dike, lê vê carê jî bi rêya Qibirsê da ku serweriya xwe li Varohsa ferz bike.

Rojnameyên erebî di hefteya borî de behsa rewşa Sûriyê, hewldana Erdogan a ferzkirina kontrolkirina qibrisiyên tirkî li ser parçeya ji Varosha û aloziya siyasî ya li Lubnanê kirin.

RÛSYA NÎŞANEYÊN GIRTINA QADA HEWAYÎ YA SÛRIYÊ LI PÊŞ ÎSRAÎLÊ DIDE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Hin çavkaniyên rûsî diyar kirin ku ew dikarin qada hewayî ya Sûriyê li pêş balafirên Îsraîlê bigirin, ku di 2 rojên dawîn de êrişên xwe li dijî nuqteyên girêdayî Îranê û Hizbullahê li bakur û navarasta Sûriyê zêde kiribû.

Wezareta Paratinê ya Rûsyayê ku berê têkildarî êrişên Îrsaîlê tu daxuyanî nedida, di rojên dawîn de piştî êrişên Îsraîlê du daxuyaniyên cuda da.

Çavkaniyekî rûsî ji “Şerq El-Ewsat” re wiha got: “Têkiliya vê ya yekser bi danûstandinên bi DYA`yê re heye ku piştî civîna yekemîn a di navbera Vladmîr Pûtîn û Jeo Biden de meha borî pêk hatibû.  Moskovê berê xwe li hemberî êrişan digirt, ji ber ku Til Evîv hemû tevgerên xwe bi Washingtonê re kordîne dike. Peywendiyên Rsûya bi Amerîkayê re qut bûn, niha piştî peywendiyên bi Amerêkayê re diyar dibe ku Moksovê erêkirin wergirtiye ku Washington li dijî êrişên Îsraîlê yên domdar e.

Çavkanî wiha domdand: “Îsraîliyan hîs kir ku pergala parastina hewayî li Sûriyê hatine aktîvkirin,  di pratîkê de jî hemû moşekên hatine avêtin hatin xistin, ev yek tê wateya ku di vê dozê de guhertin çêbûne û nîşan dide ku balafirên Îsraîlê demeke dirêj e ku derbasî qada hewayî ya Sûriyê nebûne û êrişên yekser pêk neanîne. Moskovê jî alavên parastina hewayî yên pêşketî dan Şamê, her wiha pisporên Rûs yekser çavdêriya wan kirin.”

GURBÛNA ALOZIYA DI NAVBERA DEWLETÊN ROJAVA Û TIRKIYÊ DE DER BARÊ DOSYAYA QUBRISÊ

Têkildarî dosya Qubrisê, rojnameya El-Itîhad a Îmarat got: “Duh Wezîrê Karên Derve yê Qubrisê Nikos Christodoulides got, welatê wî têkildarî veguhestina mafê serweriyê li ser beşek ji bajarê Varocha yê li ser beravê, bangewaziyek ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re, şandiye.”

Christodoulides piştî civîna bi wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias re got: “Ev binpêkirineke berbiçav ji biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re ye û wê bandoreke neyînî li ser xebata jinûvedestpêkirina lihevkirinan, bike.

Dendias ragihand ku armanca dewleta Tirk ew e ku tevlîheviyeke nû derxe.

DÎMENÊ LI LUBNANÊ NEZELALTIR DIBE

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Li Lubnanê li gel bendewariya lidarxistina şêwirên parlamantoyê yên ji bo erkdarkirina serokekî ji bo avakirina hikumeta nû, betlaneya Cejna Qurbanê dest pê kir. Serokê Lubnanê Mîşêl Ewn duşema bê wekî dema destpêkirina şêwiran diyar kir. Ruxmî ku El-Herîrî lêborîn xwest jî, lê belê ji bo avakirina hikumetê hîna navê wê yê herî zêde li pêş e.

Serokê Şepêla Pêşerojê ya Lubnanê Seed El-Herîrî got, “Ne ji serhişkiya hinekan bûya, pêkan bû ku sînorek ji têkçûna li Lubnanê re hatiba danîn.”

ETİKETLER: , ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.