DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê: Armanca me bêbandorkirina DAIŞ`ê ye

28.03.2021
0
A+
A-

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku armanca wan ji “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya li kampa Holê bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê û parastina sivîlên li kampê ye. 

Hêzên ewlekariyê îro li kampa Holê daxuyaniyek da raya giştî. Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn û daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Şerê Sûriyê ji 10 salan ve dewam dike. Vî şerî bi hezaran qurbanî li dû xwe hiştin û bi milyonan welatiyên Sûriyê neçar kirin ku ji malên xwe derkevin û li seranserê welatên cîhanê belav bibin.

Beriya 2 salan Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka Koalîsyona Navneteweyî rêxistina terorîst (DAIŞ) di aliyê cografî de tune kir. Lê belê DAIŞ hîna xetereyeke mezin li ser herêm û cîhanê çêdike. Hîna şaneyên DAIŞ`ê rojane sivîlan û rêveberên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî hevrêyên xwe Hêzên Sûriya Demokraîtk em şerê xwe li dijî vê rêxistina terorîst bi israr dewam dikin.

Di vê rewşê de, kampa Holê demeke dirêj e ku xetereyek cidî li ser herêmê û cîhanê çêdike. Li kampê zêdetirî 60 hezar kes dimîne û hejmareke mezin ji wan zarok in. Ew alîgir an jî endamên rêxistina DAIŞ`ê ne yan jî endamên malbatên wan in, ku ji xwe re rêveberiyeke taybet ava kirin û bi wê yekê hewl didin rêxistina DAIŞ`ê biparêzin û di dema guncaw de vejînin. Wan tîmên El-Hesbê (polîsên DAIŞ`ê) û dadgehên rewa yên taybet bi xwe ava kirin. Her wiha ew li kampê materyalên DAIŞ`ê fêrî zarokan dikin. Bi wê yekê gefa afirandina nifşekî nû yê terorîstan ku dê li ser tevahî cîhanê xetere bin, tê xwarin. Pêwîst e ew zarok ji wê çarenûsê bên rizgarkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêdiviyên şêniyên kampê li gorî dereftên xwe peyda dike, rêxistinên alîkariyan ên navneteweyî alîkariyê didin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi alîkarî û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ewlehiyê li kampê misoger dike. Lê belê Kampa Holê veguheriye navendeke rêxistina DAIŞ`ê ku tê de hemû rengên terorê tên pêkanîn. Sivîlên li wir hema bêje rojane rastî kuştin û hedefgirtinê tên. EW yek xeteriya li ser ewlehî û silametiya kesên lê dimînin zêde dike. DAIŞ`ê tenê îsal 47 kes di hundir kampê de kuştin.

Îro, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka Hêzên Sûriya Demokratîk û di nav de Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin li kampa Holê ji bo tunekirina bandora DAIŞ`ê, bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” hemleyê dide destpêkirin. Em teqez dikin ku em ê di hemleyê de hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina ewlehiya sivîlan bigirin. Ev hemle li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê ye, bi vê hemleyê em hewl didin kampê û şêniyên wê ji belaya DAIŞ`ê rizgar bikin.”

 

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.