DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Oldar: Parastina xaka Kurdistanê erk û ferz e

17.06.2021
0
A+
A-

Oldaran got êrişên artêşa Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ne li gorî ola îslamê û Qurana pîroz in, her wiha li dijî  rêgezên civakî û mirovî ye. Oldaran destnîşan kir ku parastina xaka Kurdistanê erk û ferzek e.

AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan ji dema ku gihiştiya ser desthilata Tirkiyê ve, di sala 2003’yan de ola îslamê wek amûrekê ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tîne. Bi destpêka şoreşa Sûriyê re bi awayekî yekser destwerdana Sûriyê kir, destek da Îxwanan û çeteyên Cebhet El-Nusra û paşê çeteyên DAIŞ`ê. Piştre jî “Artêşa Nîştimanî a Sûriyê” ava kir û di êrişên dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, dîsa Lîbya û şer li Qerebaxê de ew bi kar anîn. Niha jî di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de wan bi kar tîne.

‘ERDOGAN BI KIRINÊN XWE OL REŞ KIR’

Oldarên ola îslamê got Erdogan bi kirinên xwe ola îslamê reş kir. Mele Mihemed Berekat (85) ku meleyê mizgefta El-Bûxarî ya bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî bû û piştî êrişên 9`ê Cotmeha 2019`an ên li ser Serêkaniyê koçber bû got, gelê Kurd gelekî misilman e, êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd ne li gorî nirx û ola ên îslamê ne, lê êrişên derexlaqî ne.

Mele Mihemed Berekat wiha domand: “Naxwazim tiştekî ji Erdogan re bêjin lê belê dixwazim bipirsim ku gelo Qurana pîroz ku Erdogan dixwîne êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û gelên din ên herêmê wek Kurd, Ereb û Suryan rewa dike? Gelo Erdogan di Qurana pîroz de dîtiye ku êrişî gelên herêmê bike û mal û milkên wan talan bike, wan bikuje, koçber bike û malên wan hilweşîne, xaka wan desteser bike, kesên xerîb di malên wan de bi cih bike. Gelo ev îslama ku Erdogan behsa wê dike û helal ji heram nas nake.”

Mihemed Berekat destnîşan kir ku tişta Erdogan dike ne li gorî nirx û pîvanên îslamê ye û wiha domand: “Dema ez meleyê mizgefta El-Bûxarî ya li Serêkaniyê bûm ez ji ber êrişên Erdogan neçar mam dev ji mizgeft, xizm û mal û milkên xwe berdim.”

‘TIŞTA KU ERDOGAN DIKE NE LI GORÎ ŞERÎETA ÎSLAMÎ YE’

Mihemed Berekat diyar kir ku tişta Erdogan dike bi temamî ne li gorî şerhîeta îslamî, ola îslamê û Qurana pîroz e.

Mele Mihemed Berekat bang li oldarên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir ku li pey îdiayên Erdogan nekevin da ku nebin hevalbendên sûcên ku li dijî gelê herêmê pêk tîne.

Her wiha Mele Mihemed Berekat îşaret bi girîngiya cîhada li dijî Erdogan kir ji ber ew bi kirin û sûcên xwe zilmê li pêkhateyên herêmê dike û teqez kir ku hezretî pêxember Muhemed gotiye baştirîn cîhad cîhada li dijî zilmê ye û wiha pê de çû: “Gelo Erdogan dema êrişî Serêkaniyê kir mizgeftên lê nedîtin?”

Berekat di axaftina xwe de bang li hemû oldarên li Kurdistanê nexasim ên li Başûrê Kurdistanê kir ku der barê êrişên li ser herêmên Başûrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bêdengiya xwe derkevin û ev tişt anî ziman: “Îslam ola rastiyê ye û derxistina xirabiyê ye. Axaftina rast her çi temenê wê be lê tê gotin. Divê rastî û derew ji hev werin derxistin û ev erka her misilmanekî ye.”

Berekat destnîşan kir ku êrişên ku dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne ne li gorî ola îslamî û Qurana pîroz in, her wiha ne li gorî rêgezên civakî û mirovî ye û got: “Erdogan îdiya dike ku musilmane lê di rastiyê de ew şerê îslam û baweriyê dike.”

Mele Mihemed Berekat îşaret bi girîngiya yekitiya gelê Kurd li hember êrişên dewleta Tirk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parastina xaka Kurdistanê erkek e. Divê Kurd hevalbendên vê axê bin û têkoşîna wan ji bo mafên xwe yên rewa bi dest bixin.”

Endamê Saziya Kar û Barên Olî û serokê nivîsgeha El-Weqif û Milkan li Tebqayê Şêx Ednan Îd Ilêwî jî got xweda pêxember Muhemed wek rehmet ji tevahî mirovan re şand.

Şêx Ednan Îd Ilêwî destnîşan kir ku peyama pêxember Muhemed da ku tevahî mirov ji zilmê ber bi ronahiyê ve derkevin û diyar kir ku hin kes di nav de serokê dewletan ev peyam bi awayekî şaş fêm kirine, herêman dagir dikin ,wek dewleta Tirk ku çawa welatên Ereban û Rojhilata Navîn di nava 400 salî de dagir kiriye û ev tişt got: “Niha Erdogan dixwaze careke din vê dagirkirinê nû bike.”

‘ERDOGAN OLA ÎSLAMÊ BI KAR TÎNE’

Ilêwî destnîşan kir ku Erdogan ola îslamê bi kar tîne da ku dagirkirina xwe ji herêmên li welatan Ereban re nû bike û diyar kir ku ev siyaset dûrî ola îslamê û peyama pêxember Muhemed e. Ilêwî wiha pê de çû: “Eger em li siyasetên Erdogan ê dagirkirinê binihêrin em ê bibînin ku ew tijî xirakirin, hilweşandin, kuştin, koçberkirin û hilweşandina binesaziyê ye.”

Ilêwî bang li oldarên îslamî yên li Tirkiyê yên ku fermanên Erdogan pêk tînin kir ku fitûyên derdixin misilmanan hildiweşînin, wan dikujin, koçber dikin û malên wan didizin. Her wiha diyar kir ku pêxember Muhemed got, hilweşandina Hecê kevir kevn ji rijandina xwîna misilmanan hêsantir e.

Ilêwî bi van gotinan peyamek ji oldarên îslamî yên li Iraqê re şand: “Armanca dewleta Tirk ew e ku welatên Ereban dagir bike da ku berhemên wî talan bike û gelê bikuje. Divê şerekî îslamî yê rasteqîn li dijî vî dîktatorî were kirin, divê em rastiya vî zilamê eşkere bikin.”

Ilêwî bang li koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û yên li pey Erdogan diçin û îdiayên ku çapemeniya Tirk diweşîne bawer dikin kir û ev tişt anî ziman: “Werin li nexweşxaneyên me binêrin ji bo hûn bûyerên ku ji ber zilma Erdogan û dewleta Tirk a li dijî gelê me li Sûriyê û Iraqê pêk tîne, bibînin.”

Di dawiyê de Şêx Ednan Îd Ilêwî bang li hemû oldarên îslamê, misilman û oldarên El-Ezher kir ku tişta Xweda gotiye, pêk bînin û bi ser bixin.

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.