Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd helwesta berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto ya têkildarî berpirsyariya koalîsyonê ya rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rexne kir.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd îro li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Wek YPG em di şerê li dijî DAIŞ`ê û parastina hêzên li herêmê de, bi ser ketin. Bi hevrûkirina bi Iraq û Efganistanê re, em serkeftî bûn û bi berpirsyarî tev geriyan.”
Mehmûd bi twitteke din jî helwesta berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto rexne kir û wiha got: “Lê belê berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Wayne Marotto li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ku endama Koalîsyonê û NATO`yê ye û bi çekên NATO`yê êrişî xebatkar û hemwelatiyên me dike, xwe berpirsyar nabîne û fermandariya artêşa Amerîkayê ya Ewropayê û Pentegonê berpirsyar nîşan dide. Gelo kî berpirsyar e?”
ANHA
Sinews03