Nûnerê amerîkî yê taybet bi Sûriyê Diffid Brownstein bi Meclisa Eşîr û Rûspiyan a herêma rojhilat re civî. Di civînê de gelek mijarên sereke û aborî hatin nîqaşkirin.
Nûnerê amerîkî yê taybet bi Sûriyê Diffid Brownstein bi rûspiyên eşîran re li hola Ezar a Dêrikê civî, di civînê de pêşketin û pêşdeçûnên li Sûriyê bi giştî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet hatin nîqaşkirin.
Meclisa Eşîr û Rûspiyan pêşwaziya nûnerê amerîkî kir û xwarinek ji bo serdana nûnerê amerîkî ji Dêrikê re û lidarxistina civînê bi nûnerên ji eşîrên Ereb, Kurd û Suryan re amade kir.
Her wiha Koordînatê Giştî yê Meclisa Eşîr û Rûspiyan Hewas Cidêî pêşwaziya beşdaran kir û wiha got: “Em parçeyek ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, em azarên gef û êrişên rojane yên ji hêla dewleta Tirk û komên wê yên terorîst ve dikişînin. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide herêmên me serwer bike û xewna împratoriya Osmaniyê nû pêk bîne.”
Cidêî wiha domand: “Dewleta Tirk herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û tê de hovantirîn komkujî, ji kuştin, talankirin, tecawîzkirin, wêrankirina binesazî, dizîna şûnwaran û guhartina demografiya herêmê pêk anî. Niha sûcên li Efrînê pêk tên, dûrî nirxên mirovahiyê ne û li pêş çavên cîhanê, DYA’yê û Rûsyayê dibin.”
Cidêî bang li DYA’yê kir ku herêmeke ewle ava bike û qedexeya gera balafiran ji Sêmalka heta bi Efrînê ferz bike, heta ku baweriya gelê herêmê bi dewletên li herêmê çêbibe. Ji ber wan dewletan li hember êrişên dewleta Tirk bê deng in, her wiha ji erka Amerîka ya mirovî û exlaqî ye ku piştgiriya van herêman bike, ji ber serkêşiya Koalîsyona Navneteweyî dike.
Li aliyekî din jî berdevkê Meclisa Eşîr û Rûspiyan Şêx Sînan Sîdoş axivî û wiha got: “Her tiştê ku dikeve berjewendiya vî welatî, em xwediyê wê ne, çi bi rêya qurbanî yan jî bi rêya xwesteka di vê demê de dibe bila bibe. Xwesteka me ew e ku parastina tevahî pêkhateyan bikin.”
Sîdoş wiha berdewam kir: “Me bi hezaran şehîd da, parastina tevahî baweriyên xwe yên olî, etnîkî û pêkhateyên herêmê kir. Ji lew re ji mafên me ye ku em bi ewle bijî. Ji Koalîsyona Navneteweyî û Amerîka di vê pêvajoyê de tê xwestin ku xebatekê bide da ku şandeyek ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî formîlekirina destûra nû bibin.”
Endamê Desteya Eşîr û Rûspiyan a herêma rojhilat Mûsaid Zobeî pêşwaziya nûnerê amerîkî kir û gelek pêşniyar pêşkêş kirin û got: “Li herêmê DAY`yê xwedî roleke girîng e û divê bêyî cudabûn parastina ewlehiya vê herêmê bi hemû aliyan ve bike, piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.”
Zobeî ev yek lê zêde kir: “Em şerê bi dewleta Tirk re û dewletên din re û qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûrî ya bi piştevaniya dewleta Tirk ku zarokên me yên di QSD’ê de qetil dikin, naxwazin. Lê DYA’yê li herêmê ye û van sûcan dibîne û em tenê dixwazin di aramî û ewlehiyê de bijîn”.
Endamê Meclisa Eşîr û Rûsyan Yûsiv Îshaq bi navê Kildan û Suryanan bang li DYA’yê kir ku ambargoya li ser Sûriyê rake, ji ber ku gel azara krîza aborî dikişîne û got: “Ambargo ji dewletê re ne girîng e, ji ber ku gel fatoreyê dide.”
Îshaq wiha gotina xwe berdewam kir û got: “Em wekî bûyera li Iraqê rû da dixwazin, petrol li hemberî xwarinê. Ji ber gel azarên her du aliyan dikişîne, hema ambargoya aborî hem jî bilinda nirxa dolar. Wê jî bandoreke neyênî li debara jiyanê ya şêniyan kir.”
Endamê Desteya Meclisa Eşîr û Rûspiyan Salih Ehmed diyar kir ku gel bi hezaran berdêl da, divê li ser erda xwe ya dîrokî bi rûmet bijî û ev yek lê zêde kir: “Daxwazên gel li Sûriyê ew in ku ji bo hemû suriyên li ser erdên xwe dijîn destûreke nû were nivîsandin û herêmên ku ji aliyê Erdoganê faşîst ve hatine dagirkirin, ji nû ve werin vegerin.”
Ehmed destnîşan kir ku piştî dewleta Tirk di qada leşkerî de bi bin ket, bi rêya şerê taybet û derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de hewl dide gelê Sûriyê têk bibe.
Îmamê Mizgefta Kevn (Cami El-Qedîm) a li Dêrikê şêx Masûm El-Dêrşoyî axivî û got:”Berjewendî dewletan bi rê ve dibin, dewleta Tirk, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir û tev li nava împeratoriya Osmanî kir, heta wê demê hin kesan got berjewendiyên Amerîkayê yên bi QSD`ê re taktîkî û demkî ne û berjewendiyên wê yên bi Tirkiyê re stratejîk û demdirêj in, ji ber vê yekê em dixwazin Amerîka li hemberî herêmên me helwesta xwe zelal bike.”
Piştî nûnerê amerîkî Diffid Brownstein li rûspiyên herêma Dêrikê guhdarî kir, spasya her kesî kir ku ew vexwendine civînê û di roja yekemîn ji rojiyê bi wan re fitar vekiriye.
Nûnerê amerîkî ev yek li gotina xwe zêde kir: “Di rojên pêş de axaftineke dirêj bendewara me ye û dixwazim we nas bikim, da ku hîn zêdetir em nîqaşa rewşê bikin, nêrînan bi hev re parve bikin û di encama van mijaran de em bigihêjin biryarekê û hin guhartinan çêkin.”
Brownstein diyar kir ku gelê herêmê di pêvajoya şer de gelek zehmetî dît, ji ber vê yekê wî dixwest îro bi wan re bicive û li fikir û pêşniyarên wan guhadarî bike, pêre pêşkêşî Rêveberiya Amerîkayê bike. Brownstein da zanîn ku ew bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî re û Rêveberiya Xweser re di nava peywendiyan de ye, da ku siyasetekê ava bikin ku xizmeta her kesî bike û got: “Ev armanca min a sereke ye.”
Brownstein eşkere kir ku herêm zehmetiya dosya aborî dikişîne û ew vê yekê dizane, ji lew re tişta tê xwestin ew e ku aloziya aborî çareser bibe, da ku ji bo dosya siyasî jî gavan biavêjin.
Nûnerê amerîkî her wiha got mijûlbûna wan a bi şer re bû sedem ku gelek xalan paşguh bikin, nexasim civîna bi rûspî û şêxên eşîr û herêmê re, ji ber vê yekê ew ê civîn û hevdîtinan pirtir bikin da ku li nêrînên hev guhdarî bikin.
Dûvre Koordînatê Giştî yê Meclisa Rûspiyên herêma Dêrikê Hewas Cidêî bi navê Meclisê diyariyek da nûnerê amerîkî, ku ew jî cil û bergên kurdî ku temenê wan zêdetirî 200 salî bû .