Abit Gurses, siyasetmedar, rojnameger û nivîskarê Kurd, bi eslê xwe ji Bedlîsa(Bitlîs) Bakurê Kurdistanê ku li Swed, li Stockholmê dijiya, jiyana xwe ji dest da.
Abit Gurses di gelek rojname malper û Televizyonên Kurdî de nivîs, gotar û şîroveyan dikir, nivîskarê pirtûkên bi Kurdî û her bi doza Kurd û Kurdustanê meşkul bû.
Abit Gurses nexweşê pênçeşêrê bû û ji ber vê nexweşînî wefat kir.
Dost û hevalê gorbihişt li ser Medyaya Civakî rêzdar bibîr anîn û koça vî oxir kirin.
Nivîskar Zinarê Xamo:
“Pir û pir mixabin hevalê minê pir hêja, kurdperwerê fedekar, dilsoz û têkoşerê doza kurd û Kurdistanê, mêrê rastgo Abit Gurses vê sibê ji nava me koç kir, çû îsrehetgeha xwe ya ebedî. Bi vê xebera reş pir xemgîn bûm, kezeba min perritî.”
Rojnameger Çetin Çeko jî peyamek nivîsîye ji bo oxira Abit Gurses:
https://www.facebook.com/1805451964/posts/10217016257517710/?app=fbl