Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku hêzên xwe naşînin nav Ukrayna, lê ew ê alîkariya hêzên Ukraynayê bikin û got: “Nabe ku em rê bidin şer berfireh bibe û welatên din jî bigire.”
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg di kongreyeke rojnamevanî de encama civîna welatên endamên NATO’yê eşkere kir.Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku hêzên xwe naşînin Ukrayna, lê ew dê alîkariya hêzên Ukraynayê bikin û got: “Dibe Rûsya hizra êrişkirinê li ser welatên din jî bike. Nabe ku em rê bidin şer berfireh bibe û welatên din jî bigire. Hêzên Rûsyayê çekên zêdetir dibin nav Ukraynayê.”Stoltenberg daxwaz ji Pûtin kir ku demildest êrişên xwe rawestîne û got: “Êrişa Rûsyayê dê bandoreke nerênî li peywendiyên wê yên ligel NATO’yê bike. Pûtin nikarî me belav bike. Tişta ku li Ukraynayê çêdibe trajedî ye. Serok Pûtin ne di wê bawerê de bû ku Ukraynî bi vî awayî parastinê bikin. Alîkariyên me yên ji bo Ukraynayê sedemek bû ku bikarin parastinê bikin. Me biryar daye ku neçin nav Ukraynayê. Em nikarin herêma dijefirînê li Ukraynayê pêk bînin. Em nabin beşek ji şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de. Em alîkariyên xwe ên leşkerî ji bo Ukraynayê zêdetir dikin. Em cezayên xwe yên li ser Rûsyayê zêdetir dikin. Welatên cîhanê sîstemên dijemûşekî û dijefiroke dane Ukraynayê.Soltenberg, Rûsya bi binpêkirina yasayên navneteweyî yên şer sûcdar kir û got: “Pûtin dixwaze ewlehiya Rojihilatê Ewropayê têk bide. Me hejmara hêzên xwe li Rojhilatê Ewropayê zêdetir kirine.”Sekreterê Giştî yê NATO’yê diyar kir ku metirsiyên Rûsyayê li ser Gurcistan û Bosnayê zêdetir bûne.
ANHA