Profesor û zanyarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov îro li bajarê Kazakistanê Alma Atayê rehmet kir
Profesor û zanyarê Kurdê Kazakistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov îro li bajarê Kazakistanê Alma Atayê çû ber rehma Xwedê.
Prof. Dr. Nadir Nadirov demek dirêj bû ku nexweş ketibû. Nexweşiyên wê yên cihê hebûn û zêdeyî mehekê li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Îro li bajarê Kazakistanê Alma Atayê koça dawiyê kir
Herwiha bûka Nadirov, Narîn Nadirova jî li ser hejmara xwe yê Twitterê nûçeya Prof. Dr. Nadir Nadirov belav kir û nivîsî: “Mixabin min îro bavê xwe winda kir.”
Nadir Nadirov 6 Çile’ya 1932 li herêma Nexçîvan ya Azerbeycanê ji dayik bû.
Di sala 1933 an de bi malbata xwe re ji bo Kazaxistanê hat sirgûnkirin. Ew Serokê Komela Kurd (Berbang) li Kazaxistanê û Cîgirê Yekem ê Akademiya Endezyariya Kazaxistanê bû.
Di heman demê de, wî wekî Rêvebirê Navenda Zanistî ya Petrolê kar kir. Di sala 1992 de, wî hesabên dersînorkirina kurdên Yekîtiya Sovyeta berê di salên 1930an û 1940an de ji raya giştî re aşkere kirin.
Nadirov ku sernavê profesor hwergirtiye, li Kazaxistanê wek “Mareşalê Gaz û Neftê” hat ragihandin.
Di sala 2010an de jî, Şêwirmendê Serokomarê Kazaxistanê bû.
Profesor Îbrahîm Seydo Aydogan Xemgînîya Xwe Anîziman
Ji Bakurê Kurdistanê Profesor Îbrahîm Seydo Aydogan xemgînîya xwe li ser rûpela xwe ya Facebookê awha anî ziman
”Vê sibehê xebereke xembar dîsa belav bû. Zanyarê kurd yê şahidê trajediya Kurdên sovyetê û nîşana zîrekiya Kurdan, Prof. Dr. Nadir Nadirov çûye rehmetê.
Du sal berê em çûbûn serdana wî, wê hingê bûka wî Narîn Nadirov ji min re behsa nexweşiya wî kiribû, bala min kişandibû ser girîngiya hevpeyvîna me û gotibû “belkî ev heypeyvîna wî ya dawîn be, hay jê hebe û li gorî wê bifikire”.Piştî hevrêyê wî Kinyazê Îbrahîm, Kurdistanê lawekî xwe yê din, mêrxasekî din ji dest da.
Serê milletê kurd sax be.
Kerem bikin ew hevpeyvîna me ya ji bo bernameya Pencereya Kurdî li ser vê lînkê ye.”