Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya li Amerîkayê bang li hikumeta Amerîkayê kir ku îtîrafê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û diyar kir ku ev yek ji bo her du aliyan guncaw e û gaveke baş ber bi çareseriya Sûriyê ve ye.
Beriya çend rojan Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Menza gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku serdana herêmên Rêveberiya Xweser bike û hevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Xweser, QSD`ê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li herêmê re berdewam bike.
Nadine Menza têkildarî encamên rapora Desteya Azadiyê ya Navneteweyî ya Amerîkayê ya derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştî hevdîtina xwe ya yekemîn radestî hikumeta Amerîkayê kiribû û pêşeroja têkiliyên her du aliyan, bersiva pirsên ANHA’yê dan.
Naveroka hevpeyvînê wiha ye:
DESTEYA AZADIYA OLAN A NAVNETEWEYÎ YA AMERÎKAYÊ DER BARÊ REWŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ GELEK CIVÎN Û HEVDÎTIN BI HIKUMETA AMERÎKAYÊ RE LI DAR XIST Û RAPOR HATIN RAKIRIN, GELO ENCAMÊN WAN HEVDÎTINAN ÇI BÛN?
Dema min di Mijdara 2019`an de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber rewşa azadiya olî ji wekheviya di navbera her du zayendan de û projeya Rêveberiya Xweser matmayî mam û vegeriyam Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê. Di Nîsana par de me pêşniyar pêşkêş kirin. Di nav de bangek ji bo Amerîkayê hebû ku Tirkiye ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne ji ber êriş û dagirkirina herêmê wê ya li herêmê.
Li ser vê yekê me pêşniyar pêşkêşî DYA`yê kir ku îtîrafeke siyasî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî hikumeteke rewa û herêmî bike û tevlêbûnna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike. Di heman demê de me pêşniyar kir ku cezayên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rake ji ber ku herêmê bi rêve dibe. Di nav pêşniyar de hebû ku tevahî nîqaş û çareseriyên siyasî li Cinêvê ne û li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 e. Bê guman destekdayîneke zêde heye, li Washingtonê me bersiveke xweş wergirtin ku gelek kesan ev pêşniyar pejirandin ku pêşniyarên taybet bi wan e. Gelek endamên Kongreya Amerîkayê dît ku ev rêbaze ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş e û gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêjayî ku îtîrafa siyasî pê were kirin, hêjaye ku hikumeteke wan hebe û ji aliyê navneteweyî îtîraf pê hebe
Ev pêşniyar di rastiya xwe de encamên dan û standina bi şêniyên li vir re ye, ew ji me re dibêjin ku ev pêşniyar ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştirîn çareserî ye, me jî bi rêya xwe pêşkêş kir ji ber ku ji DAY`yê re sûdmendeke û ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî baş e.
GELO PÊŞEROJA TÊKILIYÊN DI NAVBERA HIKUMETA AMERÎKAYÊ Û RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE ÇI YE?
Ji pêşniyarên sereke yên ku Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Amerîkayê ya pêşkêş kir, ew bû ku hikumeta DAY`yê têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê re berfireh bike. Beriya niha dema hikumeta DAY`yê dema ku serdana herêmê dikir Rêveberiya Xweser paşguh dikir û xebata wê tenê bi QSD`ê û rêxistinên din re bû.
Lê niha em dibînin ku rêveberiya nû têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike û rasterast pê re kar dike, ji xwe ev bû ya ku me hêvî dikir; têkiliyên xurt û begekirî.
GELO PIŞTÎ HATINA RÊVEBERIYA NÛ, EM Ê JI ALIYÊ AMERÎKAYÊ VE ÎTÎRAFEKE SIYASÎ YA BI RÊVEBERIYA XWESER BIBÎNIN?
Destpêkê dema ku hevdîtin di navbera endamên Kongreya Amerîkayê û Rêveberiya Amerîkayê de li ser rewşa li vir pêk dihatin, tu nêrînên wan der barê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bûn, heta nêrîna wan a der barê azadiya olî ya ku li vir bi awayekî baştirîn dihat jiyîn, tune bû. Lê piştre êdî tevahî ev proje nas kirin ku veguherî tiştekî cûda.
Par bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek piştgirî ji vê projeyê re hat dayîn.
Ji bo min, ez bawer dikim her kesên li “Capitol Hill” hikumeta li vir nas dike, ji ber ku kesên di Rêveberiya Amerîkayê de dibe ku westiyayî bin, ji ber vê yekê gelek pêşketin çêbûn, di heman demê de rêxistinên civaka sivîl ên di qada Azadiya Olî û wekheviya di navbera her du zayendan de û mafên mirovan de kar dike, bê guman ji bo aramiya li Sûriyê û parastina vê projeyê ku parastina kêmnetewên olî yên li herêmê dike, li ser dinivîsin, bi bîr dixe û girîngiya projeya li vir nas dike, ev jî xaleke zor e, herêmek ji bo hemû etnîk û baweriyan e, lê dikarin baweriya xwe bi ewlehî pêk bînin.
ÇIMA RÊVEBERIYA XWESER JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ WEKÎ TECRÛBE NAYÊ
Der barê çareseriya siyasî ya ji bo Sûriyê, DAY`yê piştgiriya Îtîlafa Sûrî ya opozisyona Sûriyê ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire, dike û ew ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cudatir e, her wiha biryara NY`yê ya 2245 îşaretê bi çareseriya siyasî ya ji hemû Sûriyê re dike.
Çîn, Rûsya, Tirkiye û Îranê ku nêrînên me bingeh nagire, der barê çareseriya siyasî xwedî gotin in û azadiya li ser sînorê xwe naxwaze. Di rastiyê de ew azadiyê wekî gefekê ji bo xwe dibînin, her wiha ji vî projeyê li Rojhilatê Navîn û projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser bingeha azadî, wekheviya di navbera her du zayendan tîne, azadiya olî, nêrînan dibêje û banga wê dike, bi fikar e. Ji vir girîgiya piştevaniya DAY`yê ya bi wan re derdikeve.
ÇIMA AMERÎKAYÊ ÎTÎRAFEKE SIYASÎ BI RÊVEBERIYA XWESER NEKE, HER WIHA HIKUMETÊN NAVNETEWEYÎ LI SER ÎTÎRAFA BI VÊ YEKÊ HIŞYAR NEKE Û WÊ JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ BINGEH NEGIRE?
Destpêkê li DAY`yê nêrînek hebû ku Rêveberiya Xweser hikumeteke demkî ye, lê dema QSD`ê herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir, şêniyên herêmê ev hikumet ava kir û veguherî Rêveberiya Xweser. Wê demê Wezareta Karê Derve rewş dişopand û di wê baweriyê de bû ku ev yek dê demkî be, vê yekê hişt ku proje bi awayekî xwezayî pêş bikeve û tu kes destwerdana hin aliyan neke. Di dawiyê de ev sedem e ya ku hevpeymana civakî xweşik dike ji ber ku li gorî hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Li hin aliyan projeyê sûd ji destnewerdanê kir, lê piştî vê yekê bû projeyeke awarte û siyaseta DAY`yê ne li gorî rastiya projeyê bû. Ez bawer im ku siyaseta Amerîkayê ya taybet bi Sûriyê ji aliyê gelek rêveberiyan ve nehatiye guhartin, parastina heman siyasetê kir, ji lew re dem hatiye ku ji nû ve îtîraf bi rewş û hikumeta vir were kirin û îtîraf pê were kirin ku dema Rêveberiya Xweser xurt be dê sûdê bigihîne DAY`yê.
Wekî rewş an jî dewleteke di pêşeroja Sûriyê de, min hewl da ez ji xelkê re isbat bikin ku ev proje ne projeyeke parçekirin an jî serbixwe ye, lê belê hikumeteke herêmî û pêşerojî ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye, heta ji me nayê xwestin ku em bendewarên çareseriyeke siyasî bin, lê divê em îro piştgiriya vê projeyê bikin, ji ber ku her kes bendewarên çareseriya siyasî ye, ku ji bo azadiyê parastina vê deverê bike û jiyîna olî ji bo her kesî sûdeke.
GELO TÊKILIYÊN AMERÎKAYÊ-TIRKIYÊ BANDORÊ LI AMERÎKAYÊ DIKE KU NEWÊRE PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYÊ JI ALIYÊ SIYASÎ VE BIKE?
Kiyarên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her kesî cihê mixabiniyê bû, rast e ku li Washingtonê xwedî komên xurt e, ji ber ku endama NATO`yê ye û civaka navneteweyî maf dayê ku bêy şert pêş ve biçe. Rêveberiya dawî bandor li kiryarên wê kir wekî ku Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê behsa wê kir, ji ber ku rêbazê ku komserî li gorî w ê kar dike behsa rastiyê dike û îtîrafê bi têkiliyên din ên bi dewletan re nake, ji ber vê yekê me karî bibêjin ku dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike û li dijî kêmneteweyên olî, etnîkî, Kurd û jinan hovîtrîn sûcan dike, ji qetilkirin, revandin, pereyan li wan ferz dikin, şûnwaran talan dikin û welatiyan vediguhezînin. Ev kiryarên hovane gelek kesan belge kir, lê gelek kesên li DAY`yê û li cîhanê rastiya vê hovîtiyê nas nakin. Ev sûc li deverên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî beriya niha azadiya olî lê hebû hatin kirin. Li Washingotinê gelek guhartin çêbû û dewelta Tirk ji cihê biryarê nema wekî beriya du salan piştgiriyê digire. Ez guman dikim ku rewş hêdî hêdî tê guhartin heta li hûndirê Tirkiyê bi xwe rewş tê guhartin, di dawiyê de rewş tê guhartin û dê bandorê li dan û standina hikumeta Amerîkayê ya bi vê herêmê re bike.
(eh)
ANHA