DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Monica Gartner Angel: Dewleta Tirk dixwaze kurdan qir bike

10.03.2021
0
A+
A-

Gerînendeya Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî (ICOR) Monica Gartner Angel got, pêwîste faşîzma dewleta Tirk were bidawîkirin û hevkariya Almaniya û dewletên Ewropayê were şermezarkirin.

Gerînendeya Koordînasyona Navneteweyî ya Partî û Rêxistinên Şoreşgerî Monica Gartner Angel di axaftina xwe de bi ANHA`yê re êrişa dewleta Tirk li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û piştrast kir ku ev êriş li dijî qanûna navneteweyî ye.

Monica Gartner Angel got çareseriya li Tirkiyê di çûna ber bi sîsyolîzma rast ve ye û rizgarkirina ji rejîma mêtînger e.

Hevpeyvîna bi Monica Gartner Angelre wiha ye:

Hûn êrişên li ser Garê çawa dinirxînin?

Di destpêkê de spasiya we ji bo vê hevdîtinê dikim. Ez pir kêfxweş im ku helwesta ICOR ji we re diyar bikim.

Di rastiyê de dijminahiya rejîma Erdoganê Tirk ê faşîst li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ev dagirkerî û di heman demê de dagirkirin û êrişên di salên borî de, weke dagirkirina Efrînê di sala 2018`an de, dagirkirina herêmên di navbera Girê Spî û Serêkaniyê û topbarana niha li ser bakurê Iraqê şermezar dikin. Ev parçeyek ji siyaseta dewleta Tirk e. Yek ji xwestekên dewletên mêtînger hewldana vekirina herêmên biyanî di çarçoveya ku cîhanê bixin bin serweriya xwe de ye. Planên dewleta Tirk di vê çarçoveyê de ne. Erdogan beriya niha got ew li ser xwestekên stratîjîk banga avakirina herêmekê li Sûriyê û Iraqê da ku bibe rûyê sînorê împratoriya Osmaniyan.  

Di heman demê de siyaseta Tirkiyê weke refleksekê hundirîn li ser beşên kedkar û komên mezin li Tirkiyê ye. Her wiha ew li dijî têkoşîna ji bo mafên çarenûsa kurdan ye. Tişta ku Erdogan dixwaze ew e ku kurdan bi temamî qir bike. Helwestên hundirîn û dijminahiya derve ya hovane li dijî niştecihên Kurd û Tirk tên kirin. Daxuyaniya ku piştî êrişê ku gotiye PKK`ê 13 leşker û endamekî MÎT`ê kuştin, ev îdiyayeke derew e û HDP`ê xwest  ku lêpirsîn di vê der barê de were vekirin.

Di dagirkirina ku 4 rojan li ser herêma Başûrê Kurdistanê dewam kir de, di rojekê de pêleke nû ji tundiya li dijî endamên HDP`ê û alîgirên wê dest pê kir. Zêdetirî 700 kesî girtin. Em sûcên girtinê şermezar dikin. Em banga serbestberdana hemû kesên ku li Tirkiyê bi sedemên siyasî hatin girtin, dikin. Divê hikûmetên Ewropayê êrişa li dijî Garê, girtin û hovîtiya li dijî her kesî ku hikûmeta Erdogan pêk tîne, şermezar bikin.

Hûn li ser hevkariya PDK û dewleta Tirk a dagirker çi dibêjin?

Em hevkariya bi hikûmeta faşîst re şermezar dikin. Ew hevkarî nakevin xizmeta gelê Başûrê Kurdistanê. Şêwazê PDK`ê di cihê ku fikir û siyasetên burjuwa yên girêdayî hêzên împiryalîst û xeyalan bi şêwazên burjuwa de diyar dibe û dibe ku sembola hevkariya hikûmetê be. Ji vir îxanet bi berjewendiyên gel û yekitiya kurdî hate kirin.

Li hember destekdayîna Ewropa ji Tirkiyê re çareserî çi ye?

Hikûmetên dewletên ewropî yên mêtînger,  bi taybet Almaniyaya mêtînger hevkariya rejîma Erdoganê faşîst dike. Tu şermezarkirin ji dagirkirinan re tune ne. Ew jî li dijî qanûnên navneteweyî û hovîtiya li dijî gelê Kurd û Tirk e. Berovajî vê yekê li Almaniyayê şoreşgerên ku li dijî hovîtî û zilma li Tirkiyê têkoşiyan hatin girtin. Her wiha par li dadgehên Munich 10 şoreşger bi tawana endamtiya rêxistina şoreşger li Tirkiyê hatin cezakirin. Yek ji wan şoreşgeran ne gunehkar bû ne li Tirkiyê, ne jî li Almaniyayê. Her wiha çalakvanên Kurd bi endamtî û destekdayîna PKK`ê hatin tawanbarkirin û hatin çewisandin. 

Li vir divê pirs were kirin ku tişta girîng ji bo destekdayîn û hevkariya bi karker, ciwan, tevgerên ciwan û tevgerên şoreşger li Tirkiyê çi ye.? Li Tirkiyê xwepêşandan û çalakiyên avakirina eniyeke hevbeş li dijî faşîzmê hene. Têkoşînên karkeran li dijî parçebûnê ji bo zêdebûna pereyên wan cihê xwe digire û xwepêşandanên ciwanan mîna ya zanîngeha El-Bosfor jî hene.

Rêxistina me koordînasyona wê ya cîhanî û Ewropî dihêle ku ev têkoşîn werin naskirin. Alîgiriyê rêxistinî dike û hevkariya navneteweyî ji karker, ciwan, tevgerên jinan û tevgerên şoreşger re xurt dike. Her wiha hemleyên destekdayîna li dijî girtina şoreşger, komunist, marksîst û lenînist jî organîze dike.

Destekdayîna pratîkî, girîngiya wê ya mezin ji rêxisina me ICOR re heye. Avakirina navenda tenduristiyê li Kobanê di sala 2015`an de ji aliyê 177 endamên ICOR ji nava 10 dewletên ku mînaka destekdayînê bû. Beriya çend rojan me nas kir ku zêdetirî 23 hezar zarok li wir ji dayik bûne. Her wiha komeke alîkariyên tenduristiyê ji wê demê yan li wir kar dike yan jî xebatên rojane bi koordînasyonê li ser asta cîhanê dike.

Wek pêngava yekemîn divê faşîzma li Tirkiyê bi dawî bibe. Taoreyên din jî, di têkoşîna ji bo sosyalîzma rastîn de ye û divê civak neyê bikaranîn û çewisandin. Ev têkoşîna ji bo sosyalîzma rastîn li gelek welatan, divê bi awayekî koordînekirî bibe cîhanî. Rêxistina me jî koordîneya navneteweyî û hevkariya navneteweyî û tevger û rêxistinên şoreşgerî –hevalbendên kurdan ji bo wê tê dikoşin. Ew ne mêtînger in an jî tevgerên burjuwa ne, mîna ku li Almanyayê ku xwe wekî demokratan nîşan didin û di heman demê de berjewendiyên Kurdan bin pê dikin. Wan qedexe dikin û partiyên wan diçewsînin. Hevalbend; tevgerên karkeran û şoreşgerên cîhanê ne.

Li welatên mêtînger ên li Ewropayê, divê têkoşînek li dijî hevkariya dewletên ku bi rejîma faşîst a Tirkiyê re hevkar in, bê meşandin.

Di vê çarçoveyê de, ez banga avakirina eniyeke hevgirtî ya li dijî emperyalîzmê dikim. Rêxisitna me û ILPS Komeleya Têkoşîna Gelan a Navneteweyî li dijî emparyalîzmê û ji bo bidawîkirina hegamonyaya wê ya li cîhanê ku li ser hesabê gelan pêk tîne, têkoşînek daye destpêkirin. Ji bo wê van hêzên emparyalîst li gelek welatan, rastgir mezin dikin, pergalên faşîst ava dikin û amadekariya şerekî mêtîngerî dikin. Ji bo rêgirtina li pêşiya van hewldanan, em dixwazin eniyekê li dijî emparyalîstê û faşîzmê ava bikin.

Li tevahiya parzemînan, nakokî û têkoşînên mezin hene. Bang ev e; heke çîna karkeran a cîhanê û prolîtaryaya pîşeyî ya nûjen bibin yek û bixebitin, tenê cewhera wê dikare li hemberî pergala emparyalîst a cîhanê li ber xwe bide û bi ser keve. Divê çîna karkeran a cîhanê bibe bingeh û hêza ku eniya yekgirtî ya li dijî emparyalîst bi rê ve dibe. Hevkariya di navbera partiyan, rêxistin û yekitiyên bazirganan ên ji Tirkiyê, Sûriyê, Iraqê û Îranê di vê eniyê de gelek girîng e.

Bangewaziya we ji xelkê Rojhilata Navîn re çi ye?

Pergala mêtîngerî ya cîhanê di nava krîzan de ye. Krîzeke civakî ya giştî di vê pergalê de çêbûye. Li gelek welatan, xelk li dijî mercên jiyanî serî hil dide, nexasim li Rojhilata Navîn ku gelek têkoşînên karkeran û tevgerên gelêrî tê de tên meşandin çi li Kurdistan an jî Filîstîn an jî Îran an jî gelek dewletên din.

Bi taybet, li Rojhilata Navîn du gelên ku bê dewletên hene, ew jî gelê Kurd û gelê Filîstînê ye. Têkoşîna hevbeş a her du gelan li gel dayîna hinek tawîzan, dê ji bo gelên din ên li Rojhilata Navîn bibe hêzek ku ji bo aştiyê, azadiyê û sosyalîzmê tê dikoşin.

Ji ber helwesta giştî, çareseriyeke bingehîn pêwîst dike. Di dawiyê de emparlayîst bi rêya avakirina dewletên sosyalîst ên hevgirtî li cîhanê tune dibe. Sosyalîzm, perspektîfa tekane ya gelên cîhanê ye. Tu çareseriyeke din di navbera kapîtalîst, emparyalîst û sosyalîst de tune ne. Li Iraqê angaşt hene ku dê berjewendiyên çîna karker û gelê xizan bi serxwebûna demokratîk pêk werin. Ev cureyek ji serîldanîna ji her du emparyalîstan e. Di vê çarçoveyê de, xurtkirina partiyên Lenînîst-Marksit li welatan her yek bi tenê û pêşketina hevkariyê di navbera wan de, ji bo gelên Rojhilata Navîn çareseriya herî guncew e û daxwaza min e jî.

ICOR nûnertiya 60 rêxistinên endamên 5 parzemînan dike. Em bi awayekî cidî kar dikin ku wê bi hêztir bikin. Dixwazim bêjim ku 3`yemîn kongreya serkeftinî ya ICOR li Rojhilata Navîn beriya zêdetirî salekê li dar ket. Tê de biryara xurtkirina xebatên avakirina ICOR li Rojhilata Navîn bi taybet hat dayîn.

(bx – şx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.