Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn diyar kir ku gelên herêmê dikarin parastina xwe bikin û hêzên navneteweyî yên li Sûriyê ku bi erka xwe ya parastina aramî û ewlehiyê ranabin, rexne kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi çekên giran herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, her wiha di nava bêdengiya navneteweyî de komkujiyan li dijî wan pêk tînin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê roja înê êrişî gundê Dibis ê Eyn Îsayê kiribû û di encama topbarana li ser gund de, 4 sivîl ku di nav de zarokek 17 salî heye, hatin şehîdxistin, 3 kesên din jî birîndar bûn.
Navên şehîdan wiha ne; Malik El-Muharib El-Hemîd ê 25 salî, Îdan Hemed El-Imêrî yê 40 salî, Hemed El-Xinês El-Cerbû yê 20 salî û zarokê bi navê Ximûs El-Bisêl ê 17 salî.
‘DEWLETA TIRK Û RÛSYA TU CARÎ PAPENDÎ AGIRBESTÊ NEBÛN’
Têkildarî êrişên dewleta Tirk, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn got: “Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, di navbera Rûsya, Tirkiye, rejîma Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de peymana agirbestê ji bo misogerkirina ewlehî û aramiyê hate îmzekirin. QSD erkên xwe bi cih tîne da ku ewlehiya herêmê biparêze, lê dewleta Tirk û çeteyên wê tu carî li gorî peymanê tev negeriyan, her wiha êrişên xwe yên li dijî herêmê didomînin û sivîlan dikin hedef.”
Mihemed Şahîn destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku projeya heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike, Kurdan tune bike, kontrola xwe li ser Rojhilata Navîn ferz bike û Împaratoriya Osmanî vejîne û ji ber ku armanca dewleta Tirk ne parastina sînor e, lê li Rojhilata Navîn hin welat hene sînorên xwe ji xewnên osmanî yên dewleta Tirk diparêzin.
Tevî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di navbera Rûsya û dewleta Tirk de peymana agirbestê heye, lê her du alî pabendî peymanê nabin. Dewleta Tirk a dagirker hê jî êrişî herêmê dike û sûc û binpêkirinan li dijî gelê herêmê pêk tîne û Rûsya li hember sûcên berdewam ên dewleta Tirk bê deng e.
Dewleta Tirk û Rûsya di 22’yê Cotmehê sala 2019’an de rêkeftinek çêkir ku tê de 10 xal hebûn, di nav de vekişîna QSD’ê ji mesafeya herî kêm 30 kîlometre dûrî sînorê Sûriye-Tirkiyê û agirbest, her wiha dewriyeyên hevbeş ên Tirk-Rûsî bi kûrahiya 10 km, li herêmên sînor ên bi Tirkiyê re û belavkirina serbazên hikumeta Sûriyê li ser sînor.
‘EM NE GELEKÎ BÊ ÇARE NE, EM Ê PARASTINA HERÊMÊN XWE BIKIN’
Mihemed Şahîn diyar kir ku Rûsya bi erkên xwe ranebûye, tevî ku gelek soz dane ku êrişên dewleta Tirk bide sekinandin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bisekine û got: “Em ne miletekî bê çare ne, em dikarin herêmên xwe biparêzin.”
Di encama bombebarana dewleta Tirk a li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li bajarokê Zirgan û Til Temir, li ser rêya Elî Faro, navçeya Eyn Îsa û Minbicê de, di meha borî de 11 kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.