DOLAR
8,6396
EURO
10,1418
ALTIN
492,03
BIST
1.407
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
34°C
Diyarbakır
34°C
Az Bulutlu
Perşembe Gök Gürültülü
29°C
Cuma Çok Bulutlu
26°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
29°C
Pazar Az Bulutlu
30°C

Mezlûm Kobanî û Rêveberiya Xweser daxwaz dikin îdareya ‘Rojava’ bi fermî bê naskirin

19.07.2021
0
A+
A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), îro bi fermî kampanyaya daxwaza nasanskirina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê jî bang li Netewên Yekbûyî kir, îdareya li herêmê bi fermî nas bike.

General Mezlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twitterê bi haştageke Îngilîzî ev kampanya daye destpêkirin.

Alîgirên Hêzên Sûriya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê, li ser torên civakî piştgirî didin vê kampanyaya online ya ji bo bi fermî naskirina rêveberiyê û haştagên taybet bi vê kampanyayê parve dikin.

Kampanyayê serê demjimêr 20:00 îşev bi dema Rojavayê Kurdistanê hat destpêkirin.

General Mezlûm Kobanî bi Îngilîzî haştaga “#Status4NorthAndEastSyria” û bi Kurdî jî nivîsa “êdî dema avakirinê ye”, li ser twittera xwe belav kiriye, wek daxwaziyek ji bo naskirina navdewletî ya rêveberiya ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê roja Şemiyê 17ê Tîrmehê jî di du twittan de amaje bi destpêkirina kampanyayê kiribû.

Di twittekê de Mezlûm Kobanî gotibû, Êvara 18 ê Tirmeh a 2012 seat 20:00 me biryara şoreşa Rojava girt. Em vê rojê li hemû gelên Bakur Rojhilatê Surî pîroz dikin. Şoreşa Rojava gelê me û cîhan ji tarîtîya DAIŞ’ê parast, lê êdî dem dema tacîdarkirina vê şoreşê ye.

Di twitta xwe ya duyem de jî General Kobanî ragihandibû, “Ka em Sibê seat 20:00 ê êvarî dest bi kampanya bihêzkirina têkoşînê ji bo misogerkirina pêşeroja Bakur Rojhilatê Suriyê bikin. Kampanya me di ser tora civakî de wê bê meşandin û bighêje her saziyekî li cîhanê.”

Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê jî îro bi daxuyaniyekê daxwaz ji Netewên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar kir, ku vê rêveberiyê bi fermî nas bikin.

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser dibêje, “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên pêwendîdar dikin ku mijaran ji hevdu cûda bike û herêmên me wekî herêmên din ên Sûriyê nas bikin û wate bide xwesteka gelê me ya bi xwe rêvebirinê di nav tevlihevî û wêraniya li Sûriyê de.”

Rêveberiya Xweser herwiha pabendbûna xwe bi çareseriya siyasî bo krîza Sûriyê di çarçoveya biryara 2254 a Netewên Yekbûyî radigihîne û dibêje, “Em wekî Rêveberiya Xweser helwesta me ji çareseriya li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ye û em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê wekî herêmên Sûriyê yên ne veqetandî nas bike. Em helwesta xwe derbarê girîngiya çareseriya li Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî nû dikin û hemû siyasetên ku li Sûriyê ji hêla hin aliyan ve têne meşandin şermezar dikin.”

Piştî ku sala 2011 xwepêşandanên nerazîbûnê li Sûriyê li dijî hikûmetê destpê kirin, sala 2012 rewş li Rojavayê Kurdistanê jî guherî û di 19ê Tîrmeha 2012an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê çekdarî yê Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) ye, bajarê Kobanî kontrol kir ku paşê kanton lê hat damezrandin.

YPG, PYD, HSD û Rêveberiya Xweser kontrolkirina Kobanî di 19ê Tîmeha 2012 de weke “destpêka şoreşa Rojava” bi nav dikin./Rudaw

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.