Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî got hevgirtina di navbera koçberên herêmê de, xwe birêxistikirina wan û israra wan a vegera warên xwe, bingeha têkbirina dagirkeriyê ye.
Di qonaxa yekemîn a komxebatê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya telekonferansê beşdarî bû. Di destpêka axaftina xwe de berxwedana şêniyên Serêkaniyê, yên ku di sala 2012’an de parastina bajarê xwe kirin û tevlî şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê bûn silav kir, her wiha şehîdên ku ji bo parastina herêm û gelê xwe û parastina destkeftiyên şoreşê canê xwe feda kirine, bi bîr anîn.
Ebdî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şêniyên Serêkaniyê di gelek qonaxên dijwar re derbas bûn û wiha got:” Çawa gelê me bi alîkariya hêzên me li hemberî çeteyan bi ser ketin û di 2012`an de li dijî dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe dan, wê careke din bi alîkariya hêzên me vegerin cih û warên xwe.”
Ebdî diyar kir ku tu hiceta dewleta Tirk û çeteyên wê tune ne ku demek dirêjtir li herêmên ku dagir kirine bimînin, ji ber ku tevahî herêm tevî gelê wê li dijî wan in, rizgarkirina herêmên dagirkirî bi xebata Hêzên Sûriya Demokratîk û xurtkirina hêza wan a leşkerî ve girêdayî ye, her wiha girêdayî destekdayîna gelê herêmê û berxwedana koçberan ve jî girêdayî ye.
‘HEVGIRTINA KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ BINGEHA TÊKBIRINA DAGIRKERIYÊ YE‘
Ebdî destnîşan kir ku hevgirtina koçberên herêmê, xwe bi rêxistinkirin, îsrara vegera li herêmên xwe û xebata avakirina bingeha vegerê wê dagirkeriyê têk bibe.
‘EM Ê ENCAMÊN KOMXEBATÊ BI CIH BÎNIN‘
Fermandarê Giştî yê QSD’ê, Mezlûm Ebdî bal kişand ser erêniya encamên komxebatê û wiha domand:” Ji aliyê me ve, wekî Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser em ê encamên komxebatê li gorî derfetên xwe bi cih bînin û ev komxebatê wê bibe bingeha vegera koçberan li cih û warê xwe, her wiha wê bibe bingeha têkbirina dagirkeriyê.”