DOLAR
9,5064
EURO
11,0660
ALTIN
549,28
BIST
1.519
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
25°C
Diyarbakır
25°C
Az Bulutlu
Perşembe Sağanak Yağışlı
24°C
Cuma Sağanak Yağışlı
15°C
Cumartesi Sağanak Yağışlı
20°C
Pazar Sağanak Yağışlı
21°C

Merkel: Piştgiriya bo Kurdan di pêşerojê de tiştekî giring e

Merkel: Piştgiriya bo Kurdan di pêşerojê de tiştekî giring e
23.07.2021
0
A+
A-


Ala Şalî

Şêwirmenda Almanya, Angela Merkel ragihand, “Me herdem hewl daye piştgiriya xelkê Êzdî û Kurdan bikin ku di jêr gef û metirsiyê de ne.”

Angela Merkel di konferansa rojnamevanî ya salane ya Şêwirmenda Almanyayê ya li gel rojnamevanan, bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî bi awayê online beşdarî di konferansê de kir û ji Angela Merkel pirsî, “Almanya di serdema we de alîkariya Kurdan da, gelo pêwîste Almanya alîkariya Kurdan bike li Herêma Kurdistanê, Şingalê û navçeyên Kurdî yên li Sûriyê, daku li cihên xwe bimînin?”

Şêwirmenda Almanya, Angela Merkel di bersivê de got: “Em her gav hewl didin piştgirî bidin xelkê Êzdî û xelkê Kurd ku di bin gefê de ne. Tekez em dê vêya li parlamentoyê jî bidomînin. Ez nikarim di derbarê piştgiriya pêşerojê ya parlamentoyê de pir tiştan bibêjim lê ji bo min, alîkariya wan girîng e.”

Salane Şêwirmenda Almanyayê konferanseke rojnamevanî li gel rojnamevanên navxwe û cîhanê encam dide, preskonferansa vê carê dawî preskonferansa salane ya Angela Merkel di posta şêwirmendiyê de ye, ku hem bi awayekî rûbirû û hem jî bi awayekî online birêve çû û Tora Medyayî ya Rûdaw weke take medyaya Kurdî beşdarî wê preskonferansê bû.

Angela Merkel dema 16 salan e Şêwirmenda Almanyayê ye, di dema êrişên DAIŞê bo ser Kurdistanê de, Almanya yek ji wan welatan bû ku alîkariya Kurdan kir û bi dana çek û rahênanên leşkerî alîkariya hêzên Pêşmerge kir.

Merkel herwiha ji sala 2000 ve serokatiya Partiya Krîstiyan Demokrat a Almanyayê dike ku wek dema herî dirêj a serokatîkirina partiyekê li wî welatî tê hesibandin. /Rudaw

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.