DOLAR
19,1620
EURO
20,8113
ALTIN
1.212,46
BIST
4.958,64
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
8°C
Diyarbakır
8°C
Az Bulutlu
Cuma Parçalı Bulutlu
14°C
Cumartesi Az Bulutlu
15°C
Pazar Az Bulutlu
18°C
Pazartesi Az Bulutlu
21°C

Melevan Resûl: Çi dibe bila bibe nabe Kurd şerê hev bikin

11.09.2021
0
A+
A-

Nivîskar Melevan Resûl êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla şermezar kir û got ew tu carî qebûl nake ku xwîna kurdan bi destê kurdan were rijandin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ya 4`ê Îlonê, di êrişeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê ya li dijî komeke gerîla de 7 gerîla şehîd bûn.

HPG û Koma Civakên Kurdistanê (KCK) êriş wek pêşketina hevkariya PDK`ê bi Tirkiyê re ku êdî bûye şirîkê wê, bi nav kir. Her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) êriş wek derbaskirina xetên sor wesifand. Li hember wê êrişê jî bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û xiyaneta PDK`ê şermezar kir.

Di vî warî de nivîskarê Kurd Melevan Resûl ji ajansa me re axivî û balkişand ser hesasiyeta pêvajoya heyî û ya bê û got: “Di du salên bê wê nexşerêya Rojhilata Navîn bi taybet Kurdistan were xêzkirin ku di nava xeteriyên rasteqîn de ne. Ji ber ku armanca komployên bi serkêşiya dewleta Tirk tunekirina kurdan e.“

‘DEWLETA TIRK JI TI PARTIYAN RE NABE DOST’

Melevan Resûl

Resûl wiha domand: “Dewleta Tirk hemû derfetan bi kar tîne da ku kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê tune bike. Ji lew ra ew ji ti partiyan re yan jî gelan re nabe dost. Dewleta Tirk ji destpêka damezirandinê ve bi dijminatiya xwe bi gelê Kurd re û pêkanîna komkujiyan li dijî wê tê naskirin.”

Resûl îşaret pê kir ku dewleta Tirk PDK`ê wekî alavekê di êrişên xwe yên li dijî kurdan bi kar tîne û got: “Dewleta Tirk PDK`ê wek amûr di şerê xwe li dijî kurdan de bi kar tîne. Ruxmî ku dewleta Tirk di warê bazirganiyê de bi gelek partiyên kurd re bi taybet li Başûrê Kurdistanê nemaze PDK`ê koordîne dike, ev nayê wateyê ku çavê xwe li ser Başûrê Kurdistanê bigire, ji ber îtîrafê bi Başûrê Kurdistanê nake û her tim wê wek bakurê Iraqê bi nav dike.”  

Resûl bang li tevger û partiyên kurdan kir ku yekitiya xwe ava bikin, gelê Kurd û destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê û Rojava hatine bi destxistin, biparêzin û wiha pê de çû: “Ji ber ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de dixwaze gelê Kurd û destkeftiyên wê tune bike. Lew ra di bin navê şerê li dijî terorê de êrişî kurdan dike, dewleta Tirk gelê Kurdistanê bi giştî li ser xwe xeter dibîne.”

Her wiha Resûl diyar kir ku ji ber ku PDK`ê li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê ye bi taybet li Rojava, dewleta Tirk jê razî ye û pirsî; “Gelo hebûna leşkerên Roj li Başûrê Kurdistanê rewa ye?”

Der barê dan û standina dewleta Tirk bi kurdan û doza wan re Resûl anî ziman ku delweta Tirk dixwaze Kurd berjewendiyên wê pêk bînin, ne ku li dijî wê derkevin.

Nivîskarê Kurd nirxandina xwe wiha domand: “Gelo mirov lihevkirin û hevkariya PDK bi dewleta Tirk re bi çi bi nav bike? Gelo xiyanet e, an kîn e an jî dijminatî ye. Şerê birakujî tenê dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ku li ser hesabê aliyê din destekê dide aliyekê.”

‘NABE EM DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE BIBIN AMÛR’

Resûl hişyarî ji komployên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk da û got: “Madem dewleta Tirk îdia dike ku ew şerê tevgera rizgariya Kurdistanê dike, wê demê çima herêmên ku li Başûrê Kurdistanê dagir kirine venagerîne. Çima ewqas baregehên wê li Başûrê Kurdistanê hene? Ew dixwaze bi bidawîbûna dema lihevkirina Lozanê di 2023`yan de dagirkirina xwe rewa bike. Ji ber wê li Başîqayê ye û hewl dide xwe bigihîne Şengalê da ku nexşerêya Kurdistanê biguhere. “

Resûl daxuyand ku çi dibe bila bibe tevî ku nakokî jî hebin lê ne pêkane Kurd di destê dewleta Tirk de bibin amûr û wiha domand: “Gerîla, pêşmerge, YPG, YPJ û gelê pîroz in û nabe werin reşkirin. Kî van hêzan reş bike, wê demê ne welatparêz e û libek kurdeyetî pê re tune ye. Lew ra gelê Kurd bingeha giyana welatparêziyê ye û çi dibe bila bibe nabe Kurd şerê hev bikin.”

Resûl bang li gel û rewşenbîran kir ku fişarê li partiyan bikin da ku bibin yek û destkeftî û mafên gelê Kurd biparêzin, ji bo ku vê pêvajoya hesas derbas bikin û sûdê ji şert û mercên navneteweyî û herêmî bigirin.

Nivîskarê Kurd Melevan Resûl di dawiya nirxandina xwe de êrişa PDK`ê ya li dijî gerîla şermezar kir ku di encamê de 7 gerîla şehîd bûn û got: “Ev yek ji bo gelê Kurd cihê mixabiniyê ye û  bi tu awayan nayê qebûlkirin.”

(şx)

ANHA

Sinews03

Melevan Resûl: Çi dibe bila bibe nabe Kurd şerê hev bikin
Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.