DOLAR
17,2768
EURO
17,6926
ALTIN
967,23
BIST
2.414,06
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
38°C
Diyarbakır
38°C
Az Bulutlu
Cuma Açık
39°C
Cumartesi Açık
39°C
Pazar Açık
38°C
Pazartesi Açık
41°C

Mehmet Bayrak: Li Efrînê Plana Şerq Islahatê pêk tînin

07.12.2021
0
A+
A-

Kurdolog Mehmet Bayrak destnîşan kir ku Plana Şerq Islahatê niha ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve li Efrînê  tê meşandin û diyar kir ku ev yek di heman demê de dewama polîtîkayên Osmaniyan ên talanker û neteweperest e.

Mehmet Bayrak

Efrîn di sala 2018’an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û li herêmê qirkirina çandî û fîzîkî didome. Bi sedan dîmen û wêneyên talanê ji aliyê çapemeniya cîhanê ve ji raya giştî re hatin aşkerakirin. 

Cihên dîrokî hatin wêrankirin, berhem hatin dizîn û berhemên çandî û dîrokî yên li navenda bajêr hatin îmhakirin. Hêzên dagirker 18’ê Adara 2018’an peykerê Kawayê Hesinkar rûxand û beriya çend rojan peykerê Newrozê yê li navenda bajêr jî hilweşand. 

Heta niha 60 cihên dîrokî, perestgeh û gor hatine wêrankirin. Nebî Hûrî ku dîroka wê heta 2500 sal beriya zayînê diçe û ji aliyê UNESCO’yê ve wek cihekî dîrokî yê girîng hatibû diyarkirin, bi dozeran hate hilweşandin û berhemên dîrokî yên li wê derê dizîn û birin Tirkiyê. 

Dewleta Tirk zêdetirî 500 hezar darên zeytûnan jî li Efrînê birin, her wiha zeytûnên Efrînê li bazarên cîhanê bi navê “malê Tirkan” difiroşe.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li warê Kurdan dagir kir, her wiha hemû nirxên wê dizîn û firotin, hemû şiyana xwe ji bo tekbirina bîra dîrokî ya Kurdan terxan kirin. Bi tenê di sala 2011’an de 15 gir kolandin û nayê zanîn bê ka çi cure berghemên dîrokî ji wan deran derxistine û birine ku derê.  

‘TALANKINA KURDISTANÊ BI PEYMANA LOZANÊ RE DEWAM KIR’

Kurdolog û tirkolog Mehmet Bayrak xuya kir ku kiryara destpêkê ew bû ku têkiliya di navbera parçeyên li Kurdistanê were qutkirin û got: “Polîtîkayên qirkirina çandî yên li Kurdistanê piştî Peymana Lozanê pêl bi pêl belav bûn.” 

Mehmet Bayrak wiha axivî:  “Cihên wekî Mereş, Dîlok û Riha ku elewî, Kurd û Ermen lê dijiyan, heta Peymana Lozanê bi Helebê ve girêdayî bûn. Navên van parêzgehan piştre kirin tirkî. Ji 5 endamên damezirîner ên tevgera Îttîhat û Terakkiyê Dr. Abdullah Cevdet û Dr. Îsak Şûkutî Kurd bûn. Bi kongreya Selanîkê re serkêşiya vê tevgerê bi temamî ket destê tirkîst û îslamîstên li Balkan û Qafqasyayê kirine dewşirme. Bi vî rengî Kurdan ev tevger terikand û berê xwe da rêxistinên xwe. Tevgerên kemalîst derketin holê û ev mîrate înkar kir. Lê belê piştî ku Peymana Lozanê hat îmzekirin, pêvajoya tirkkirin û înkarê dest pê kir.

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî gel û civaka Kurd, di sala 1922’yan de bi destê heyetên ji aliyê Kurtdaglilari Mutalebati (Çiyayî Kurmênç) ve hatin avakirin, hatibûn tomarkirin. Lê belê tevgera kemalîst zîhniyeta yekperest meşand. 

Di sala 1922’yan de heyetek ji Çiyayê Kurmênc hat Enqereyê û li vir danezanek weşand. Hecî Hannan, ji eşîra Okçu Îzzedlî ye. Hacî Hannan Axa bi komekê re sala 1922’yan diçin Enqereyê û li meclisê diaxive. Li wê dere ji rêveberên kemalîst re dibêje “Hûn bêyî ku xeberekê bidin me, bajarên me û gundên e ji hev qut dikin û guh nadin Mîsakî Mîllî û destûra 1921’an. Sozên we dabûn me, ev yek ne li gorî wan e. Em bi xwe li dijî Fransiyan tê koşiyan.” Ji 16 peyayên ku di parastina Dîlokê de jiyana xwe ji dest da, 12 heb Kurd bûn. Bi Peymana Lozanê re Tirkiye ji vê dabeşkirinê re qayîl bûbû. Cara ewilî yên bi vê yekê hesiyan û îtîraz kirin, niştecihên Çiyayê Kurmênc bûn.”

Mehmet Bayrak wiha pê de çû: “Heleb û Efrîn ji aliyê çandî ve herêmeke pir girîng in. Piştî sala 1924’an, retorîka Tirk-îslam bi awayekî zelaltir derxistin pêş. Di wê serdemê de di rojnameyên Tirkan de dirûşmên wekî “Li ku derê singûyê Tirkan xuya bike, li wê dere kurdîtî diqede” hene. Dewleta Tirk, piştî biryara Fransa û Brîtanyayê a ji bo ewledarkirina xaka Tirkiyê, êrişa xwe ya tunekirinê domand.”

PLANA ŞERQ ISLAHATÊ JI BO QIRKIRNA KURDAN

Mehmet Bayrak destnîşan kir ku tiştê niha diqewime di esasê xwe de gelekî dişibe biryara Plana Şerq Islahatê ku piştî sala 1924’an derket holê. Bayrak diyar kir ku Plana Şerq Islahatê bi tenê ji bo demekê nebû û wiha dewam kir: “Di xala destpêkê ya Plana Şerq Islahatê de dibêje “Heta ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin, dê li Kurdistanê rêveberiya leşkeri dewam bike.” Ev yek jî bê guman bi komkujiyan tê kirin. Ji wê demê ve ev polîtîkaya tundiyê li Kurdistanê tê domandin.” 

Mehmet Bayrak diyar kir ku rêbazên niha dewleta Tirk li Efrfînê pêk tîne, berdewama Plana Şerq Islahatê ne û wiha pê de çû: “Li Efrînê elewî û êzidî zêdetir bûn. Ji herêma Şengalê heta Rojava û xeta Deryaya Spî zêdetir êzidî dijiyan. Em nizanin îro çi qas êzidî li wê deverê dijîn. Ji ber ku berevajî siyaseta dewleta Tirk bû, dest bi tirkkirina Efrîn û Çiyayê Kurmênc kirin û Plana Şerq Islahatê li wir pêk anîn.”  

Mehmet Bayrak got dewleta Tirk dagirkirina Efrînê mîna ya Hatayê ji xwe re rewa dibîne û wiha diyar kir: “Siyaseta berfirehbûnê ya dewleta Tirk, bi pêşkêşkirina Hatayê ji Tirkiyê re li gorî peymanên têkildarî sînoran, dest pê dike.”

Mehmet Bayrak îşaret pê kir ku astengdariya herî mezin a ji bo Kurdan ew e ku bi tenê hatine hiştin, polîtîkaya berfirehbûnê ya dewleta Tirk êdî nadome û gelê Efrînê teqez dê azad bibe. Bayrak diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide li Rojava ‘kembereke sunnî-Ereb’ çeke û got: “Niha behsa hebûna 6 milyon sûriyan li Tirkiyê tê kirin. Du xet hene ku ev sûriyeyî lê hatine bicihkirin; bakurê Rojava ku bi piranî gelê Kurd lê dijî. Li wir dixwazin kembera sunnî-Ereb ji nû ve çêkin. Ya duyemîn jî ew e ku li herêma Torosan kembereke nû ya sunnî-Ereban çêke. Bi vî rengî dewleta Tirk hewl dide gel bike sunnî. Bê guman bi vê yekê armanc dike li ser   dewlemendiyên herêmê serdest be.” 

Mehmet Bayrak got: “Dixwazin Efrînê mîna Îskenderûnê îlhaq bikin û bi dewleta Tirk ve girê bidin. Dewleta Tirk polîtîkayên bi heman rengî yên asîmîlasyonê li her derê dimeşîne. Bê guman lazim e li dijî vê tê bikoşin. Divê di qada dîplomatîk de bi taybetî di qada civakî û siyasî de bi awayekî aktîf tê bikoşin.”

DESTPÊKA TALANÊ; SERDEMA EBDULHEMÎD

Mehmet Bayrak diyar kir ku talankarî û neteweperestî herî zêde di dema Ebdulhemîd de di nava Osmaniyan de belav bûye û got: “Piştî ku tevgerên neteweperest derketin, Osmaniyan jî dînê îslamê derxiste pêş. Ev polîtîka di dema Îttîhat û Terakkiyê de veguherî xeteke Tirk-îslamîst. Di dema Osmaniyan de mînakên vê hebûn; wekî çêkirina mizgeftan li gundewarên êzidiyan. Dema mirov li serdema dawî dinêre, dibîne ku li cihên elewî lê dijîn jî heman polîtîka tê meşandin.    Lê belê di vê qonaxê de polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê nikarin encamê bigirin, hewldanên pûç in.” 

‘DIVÊ MODELÊN MÎNA RÊVEBERIYA XWESER ÇÊBIN’

Mehmet Bayrak got “Li dijî polîtîkayên îmha û tirkkirinê dê gel li her derê bêhtir tê bikoşin.” û wiha lê zêde kir: “Gelek model dikarin di çarçoveya Rêveberiya Xweser, rêveberiyên federal, qanûna welatîbûna wekhev a li dijî polîtîkayên tunekirin û asîmîlasyonê bên bicihkirin. Pêwîstiya civakê bi polîtîkayên hevkar û modelên wekhevîparêz ên jiyanê heye. Heke ev têkoşîn bê kirin, tu hêz nikare li hemberî wê bisekine.”

 ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.