DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Meclîsa Tirk tezkereya şer dirêj kir: Li paşxanê çi heye?

Meclîsa Tirk tezkereya şer dirêj kir: Li paşxanê çi heye?
30.10.2021
0
A+
A-

Tirkiye li derî hiqûqa navnetewî û mafê mirovan li Sûriyê û Iraqê dimîne û li dijî mirovahiyê sûc dike. Ev rayeya leşkerî destekê dide ku dewleta Tirk weke ‘hêzeke dagirker’ bidomîne û bi vê re desthilata Tirk li dijî mirovahiyê Sûcên xwe bidomîne.

Sala 2007’an cara pêşî bû ku parlamentoya Tirk biryar da ku leşkeran bişînin Iraqê. Ev biryar şeş salan hate dirêjkirin.

2011’an piştî şerê navxwe yê li Sûriyê biryar hate standin ku leşkeran bişînin Sûriyê. Ev biryar salekê hate dirêjkirin.

Sala 2014’an biryareke nû hate stanin û ku vê destûr hate dayin ku yekîne li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê werin bicihkirin. Ev pêşniyarname ji 7’ê Cotmeha 2020’an heta 30’ê Cotmeha îsal hate dirêjkirin.

Ev biryar her sal li pey sala ku hatî weşandin derbas dibû.

Vê carê cara pêşî ji bo du salan hate dirêjkirin.

Meclîsa Tirk bi dengên AKP, MHP û Îyî Partiyê tezkereya ji bo ku du salan ku destûrê dide leşkeran bişîne Sûriyê û Iraqê û operasyonê bike qebûl kir. HDP, CHP, TÎP, DBP  dengên xwe li dijî tezkereyê dan. Partiyên siyasî yên li derveyî meclîsê û rêxistinên civaka sivîl jî li dijî vê derketin.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li ser tezkereyê got,”dirêjkirina şer û dagirkeriyê”. Buldan di civîna komê ya meclîsê de got ev bi wê mebestê ye ku komên Îslamî yên weke DAÎŞ û El Nusra piv bidin.

Berdevka HDP’ê Ebûr Gunay li daxuyaniya çapemeniyê got, ”Tezkere bi şer, kaos, dijminatî û polîtîkayên li hev sorkirinê taktîka dirêjkirina temenê AKP ye.”

Parlamentoya Ewropayê di biryara xwe de ya bi dîroka 11!’ê Adara 2021’an a têkilî ”10 salan piştî raperîna Sûriyê” ev qebûl kir:

Di pirsnameyê de hate gotin, ”Tirkiye ji sala 2016’an û wir ve herêma bakur a vî welatî, bi taybetî deverên ku Kurd lê dijîn dagir kiriye, yasayên navnetewî binpê kiriye, ji Cotmeha 2019’an û wir ve piştî ku herêmên bi kontrala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dagir kiriye, welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, bi rengekî fermî nema çekan difiroşin Tirkiyê.”

Em prosedûra hiqûqî ku Tirkiye li herêmên dagir kiriye, Kurdên Sûriyeyê dibe Tirkiyê û wan dixin girtîgehan, şermzar dikin. Tirkiye bi vê rewşê peymanên navnetewî, yên Cinêvê binpê dike. Tişta ku Tirkiye li herêmê li dijî Kurdan dike paqijiya etnîk e. Destwerdana Tirkiyê têkoşîna dijî DAÎŞ’ê qels dike. Tirkiye leşkerên kirêkirî yên Sûriyê birine Qerebaxê û Libyayê, em bi vê bi tundî şermezar dikin.”

Hate diyarkirin ku Tirkiye di êrîşên dagirker de ên li ser Başûrê Kurdistanê çekên kimyewî davêje. Bikaranîna çekên kimyewî sûcê şer e û binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.

Hezîrana 2021’an ji Partiya Çepgir a Swêd Malîn Bjork têkilî helwesta YE’yê ya derheqê êrîşan pirsanemeyeke niviskî da. Lê di Cotmehê de Alîkarê Serokê Josep Borrell wiha bersiv da: ”Li gel vê jî rapora êrîşên kimyewî nehate dayin.”

Otorîteyên navnetewî delîlên serbixwe dixwzin lê yên ku van delîlan bi dest bixin ew in. Jinên navnetewî, entelektuelên Başûr, Ereb ji Rêxistian Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) dixwazin ku lêpirsînê bike. Banga bi sedan wekîl, nivîskar û aktivîsên Başûrê Kurdistanê wiha ye:

”Em Kurdên Iraqî beriya niha bûne qurbanê çekên kimyewî. salên 1986-1990’î bi qasî 10 hezar mirovên me hatin kuştin. Gelê me hê jî ji komplîkasyoên van çekan dikişîne. Niha Tirikye eynî hovîtiyê li ser xaka me dike.”

22’yê Cotmehê li Meclîsa Federal Wekîlê Dîe Lînke Gokay Akbulut pirsnameyek da meclîsê, diyar kir hikûmeta Elman pê dizane ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne û got,”Ev çek çawa peyda kirine?”

Her wiha Parlamenterê Italî Erasmo Palazzotto têkilî bikaranîna çekên kimyewî yên li djî Kurdan ku dewleta Tirk bi kar tîne pirsnameyek da. Palazzoto diyar kir di êrîşên dagirker de ku ji 23’yê Nîsana 2021’an ve li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kimyewî davêje û êdî ev li Kurdistanê got, ”senaryoyeke taloke ya wiha ku ku nikare were domandin” 

Wekîla HDP’ê Feleknas Uca pirsnameyek têkilî bikaranîna çekên kimyewî ya bi destê dewleta Tirk ve, da.

”Îdîayên ku dibêjin Tirkiye li ser xaka Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne rast in? Têkilî van îdîayan ku li gorî hiqûqa navnetewî sûc tê hesêbê lêkolînek hatiye kirin? Ji ber ku Protokolya Cenewreyê ya 1925’an di şer de bikaranîna çekên kimyewî û biyoljîk qedexe dike.

Komîsyona YE’yê di rapora xwe de ya li ser Tirkiyê cara pêş î ye ku Tirkiyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Başûr weke ‘hêzeke dagirker’ bi nav dike.

Tirkiye li derî hiqûa navnetewî û mafê mirovan li Sûriyê û Iraqê dimîne û li dijî mirovahiyê sûc dike. Ev rayeya leşkerî destekê dide ku dewleta Tirk weke ‘hêzeke dagirker’ bidomîne û bi vê re desthilata Tirk li dijî mirovahiyê Sûcên xwe bidomîne.

Hiqûqa navnetewî hurmeta gerdûnî dixwaze û yên ku li gorî vê naçin ji vê berpirs têne dîtin. Hemû saziyên navnetewî divê vê bi cih bînin.

Li gel her cure zext û zordariyan rawesta li ser mafê mirovan û rajoriya hiqûqê ye, tişta ku HDP dike.

ANF

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.