Matay Hena diyar kir ku hêzên wan ên leşkerî amade ne bersiva her êrişên li ser herêmê bidin û got: “Kombûna gel li derdora hêzên me îradeya hêzên me ya ji bo têkbirina dijmin xurttir dike.”
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, herî dawî duh û vê sibehê gundên Til Temirê dan ber topan.
Li ser mijarê Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena daxuyaniyek li ser malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Suyranî belav kir.
Hena got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li dijî herêm û gelê me didomînin. Gundên tije sivîl, bi taybet ên nêzî eniyên şer topbaran dikin.
Matay Hena diyar kir ku dagirkeran gundê Til Tewîl ê asûriyan di nava bêdengiya raya giştî û dewletên aktîv di kar û barên Sûriyê de topbaran kir.
Hena diyar kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya mafê parastina rewa de û li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bersiva êrişan didin.
Matay Hena her wiha got: “Soza me bi gel û şehîdên me re, em her tim dibêjin, hêzên me yên leşkerî amade ne binpêkirin û zêdegaviyên li dijî gundên me û gelê me bibersivînin. Em ê ji bo parastina xak û gelê xwe û pîrozeyên wê mertalên xurt bikin.”
Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Kombûna gelê me li derdora hêzên xwe îradeya me ya berxwedanê li hemberî terorê zêde dike, di oxira rizgarkirina herêmên dagirkirî de em ê berdêlên giranbuha bidin. Em nahêlin ku kes hewl bide ewlehî û aramiya herêmê xirab bike û hewl bide fikirê terorîst careke din zindî bke, piştî ku me DAIŞ’ê li baregeha wî ya dawî li Baxozê têk bir.”