DOLAR
18,5369
EURO
18,2127
ALTIN
1.012,79
BIST
3.392,13
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
34°C
Diyarbakır
34°C
Açık
Salı Açık
35°C
Çarşamba Açık
33°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
30°C
Cuma Az Bulutlu
27°C

Mamosteyên zimanê kurdî: Gelê Kurd bi saya zimanê xwe hebûna xwe parast

Mamosteyên zimanê kurdî: Gelê Kurd bi saya zimanê xwe hebûna xwe parast
20.02.2022
0
A+
A-

Mamosteyan diyar kirin Rojava di çarçoveya zindîkirina zimanê dayikê di civakê de di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û dane zanîn ku ev yek dê bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê bike û gotin: “Gelê Kurd bi girêdana bi zimanê xwe ve hebûna xwe parast.”

21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ev roj sala 1999’an  ji aliyê UNESCO’yê ve hate ragihandin.Gelê Kurd li parçeyên Kurdistanê rastî helandin, qirkirina fizîkî û çandî û bêparkirina ji mafên herî bingehîn tê. Li Rojhilatê Kurdistanê fêrbûna zimanê Kurdî qedexe ye û li her kesên ku beşdarî çalakiyên têkildarî zimanê kurdî bibe cezayê darvekirinê tê birîn. Li Tirkiyê jî axaftina bi zimanê kurdî wekî sûc tê dîtin. Di van salên dawî de bi hezaran Kurd bi hinceta ku li stranên kurdî guhdarî kirine yan jî bi zimanê Kurdî axivîne, ji aliyê rejîma Tirk ve hatine girtin.Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ku dagir kiriye mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê polîtîkayên qirkirinê li dijî kurdan dimeşînin û zimanê kurdî qedexe kirine.Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û girîngiya vê rojê mamosteyên Akademiya Şehîd Viyan Amara ya Wêje û Zimanê Kurdî,  Niştiman Hacî Murad û Derwîş Elo ji ANHA’yê re axivîn.’ GELÊ KURD BI SAYA ZIMANÊ KURDÎ HEBÛNA XWE PARAST ‘Mamoste Niştiman Hacî Murad got: “Zimanê dayikê nasnameya civakê ye, gelek civak di sedsala derbasbûyî de rastî qirkirina çandî hatin. Ger em qala van gelan bikin hîn jî di nav civakê de hene, lê hatin qirkirin û nasnameya xwe wenda kirine, wekî gelê Laz ku zimanê xwe yê dayikê û hebûna xwe wenda kirine.”Niştiman Hacî Murad diyar kir ku li Kurdistanê bi êrişên ku li ser ziman û çanda kurdî û qirkirina fizîkî, gelê Kurd rastî hewldanên tunekirina nasnameyê hatin, lê bi saya girêdana gel bi zimanê dayikê ev hewldan têk birin. Her wiha got: “Bi kurtasî mirov dikare bibêje gelê kurd bi saya zimanê xwe karîbû hebûna xwe biparêze.”‘ÊRIŞÊN XWÎNDAR ÊN LI SER GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ BANDOREKE MEZIN KIR’Niştiman Hacî Murad têkildarî rewşa zimanê kurdî li Rojava û Bakurê Kurdistanê got, li Rojava bi qasî ku şoreş li dijî neheqî û mêtingeriyê bû, bi qasî wê şoreşa zindîkirina zimanê dayikê di nava civakê de bû û got: “Di vê çarçoveyê de ev wekî gavên dîrokî ne, bi xurtkirina girîngiya zimanê dayikê li Rojava di salên pêş de wê bandorê li parçeyên din jî bike.”Niştiman Hacî Murad wiha dom kir: “Êrişên xwîndar ên li ser gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bandorek mezin li zimanê dayikê kir. Tiştê ku dewleta Tirk dike qirkirina zimanê kurdî ye, ev jî tê wateya tunekirina gelê Kurd. Ji ber vê yekê em asta bandora zext û zordariyên ku li wê derê tê kirin baş dizanin. Nêzîkatiyên hukûmeta Tirk ên ji bo hilbijartina zimanê kurdî siyaseteke nerm e, da ku zimanê kurdî bixe bin kontrola xwe. Lê divê zimanê kurdî yek ji zimanên sereke li hemû Tirkiyê be.”’

ÊRIŞ Û DORPÊÇÊN DEWLETA TIRK, XEBATÊN SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ ASTENG DIKE ‘          Mamosteyê Akademiya Şehîd Viyan Amara, Derwîş Elo got: “Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve, sîstemên ku Kurdistan dagirkirine, siyasetên helandinê li dijî gelê Kurd dimeşînin, mînaka vê yekê siyasetên tirkkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve û erebekirinê ji aliyê rejîma Baas a Sûriyê ve têne kirin.  Lê gelê Kurd ji metirsiya van pêkanînan haydar e.”Elo da zanîn ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re Saziya Zimanê Kurdî ji bo xurtkirina perensîpên zimanê dayikê ku tê wateya hebûnê, xebat meşand û li ser vê bingehê bi vekirina dibistan, sazî û perwerdeya ziman û dîroka gelê Kurd dest bi çalakiyan kir.              Derwîş Elo li ser asta ku Saziya Zimanê Kurdî rola xwe di zindîkirina zimanê dayikê li Rojava de lîstiye got: “Di Şoreşa Rojava de û di salên derbasbûyî de gavên ku Saziya Zimanê Kurdî avêtine ji bo xuatkirina zimanê dayikê di nava civakê de têr nekir, sedema vê yekê kêmbûna asta civakê di çarçoveya têgeha ziman de ye. Di encama paşguhkirina herêmê ji aliyê rejîma Baas a Sûriyê ve, her wiha ji ber dorpêça ku ev nêzî 10 sal in li ser Rojava tê kirin, şert û mercên şer û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bandoreke mezin di astengkirina xebatên Saziya Zimanê Kurdî  de dike.”Mamoste Derwîş Elo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Zimanê dayikê yê kurdî pir tê hedefgirtin. Me ev yek li Efrîn û Serêkaniyê dît ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Hin aliyên ku zimanê kurdî weke ku nayên naskirin dikin hedef, lê em her tim dibêjin zimanê me, hebûna me ye.”(dx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.