Qesra Elysee, têkildarî hevdîtina Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron a li gel şandeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da, hate gotin ku wê Macron desteka xwe ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin.
Li ser vexwendina Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, roja Yekşemê şandeya MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê civiyan. Li ser hevdîtinê Qesra Elysee daxuyaniyek da.
Şandeya ku Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Hevserokê Meclisa Rêveber a Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif pêk tê, li Qesra Elysee hevdîtin pêk anî. Agahiyên li ser hevdîtinê hatin parvekirin.
Piştî hevdîtinê Qesra Elysee dxuyaniye da û got ku Macron “Li ser aramiya siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo rêveberiyeke giştgîr pêk were, di mijara ku pêwîstî bi xebatê heye” îsrar kir.
Emmanuel Macron cesareta şervanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di bin kontrola Kurdan de û fedekariya têkoşîna gelê xwecihî ya li dijî DAIŞ’ê silav kir.
Macron destnîşan kir ku wê Parîs di şerê li dijî ‘terorîzmê’ piştgiriya li gel QSD’ê de dewam bike. Macron anî ziman ku Fransa ji roja QSD’ê sala 2017’an Reqa weke paytexta DAIŞ’ê dihate zanîn kontrol kirin û şûnde, Fransa ji bo herêmê zêdetirî 100 milyon Euro alîkariyên mirovî kiriye û soza ku wê hê jî bike, da.