Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja yekşema bê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê were pêşwazîkirin û ligel Serokê KDP Mesûd Barzanî bicive û rêz li wêrekiya Pêşmerge bigre.
Emmanuel Macron dawiya vê hefteyê bi mebesta beşdarîkirina civîna Lûtkeya Bexdayê, ku dê ji bo piştevaniya seqamgîriya Iraqê û navçeyê birêve biçe, serdana Bexdayê bike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Bexdayê, dê roja yekşemê bigihîje Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û dê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.
Piştî hevdîtin û civînên ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, biryar e Macron serdana Mûsilê jî bike.
Emmanuel Macron yekem serokê welatekî derveyî navçeyê ye ku beşdarî Lûtkeya Bexdayê dibe.
Herwiha Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî, Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem û Şahê Erebistana Siûdî dê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bibin.
28ê Tebaxê dê Lûtkeya Bexdayê birêve biçe.
Beriya niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihandibû ku Lûtkeya Bexdayê hewleke dîplomasî ya Iraqê ye ku Bexdayê bi vê yekê pêwendiyên xwe yên derve pêş dixe.
Berdevkê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim diyar kir ku weke zanyariyên destpêkê, her yek ji Serokê Fransayê Emanuel Macron, Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî û Şah Ebdullahê Urdinê dê di vê lûtkeyê de amade bin.
Hesen Nazim eşkere kir ku vexwendname ji bo welatên Erebistana Siûdî, Îran, Tirkiye, Îmarat, Qeter û Kuweytê re hatine şandin, lê belê ew welat hîn bi fermî amadebûna xwe nîşan nedane, ku gelo dê beşdar bibin an na. Kuweyt jî piştevaniya xwe ji Lûtkeya Bexdayê nîşan daye.
Kurdistan24
Sinews03