DOLAR
19,0510
EURO
20,5023
ALTIN
1.211,97
BIST
5.031,98
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağmurlu
14°C
Diyarbakır
14°C
Yağmurlu
Cumartesi Yağmurlu
16°C
Pazar Hafif Yağmurlu
17°C
Pazartesi Az Bulutlu
19°C
Salı Yağmurlu
16°C

Lûksembûrgê biryar da ku jina penaber Leyla Şaman radestî Tirkiye bike

Lûksembûrgê biryar da ku jina penaber Leyla Şaman radestî Tirkiye bike
10.02.2021
0
A+
A-

Dewleta Lûksembûrgê biryara dersînorkirina jina Kurd a penaber Leyla Şaman a bi hinceta di dema rêveberiya xweser a li Nisêbînê de ‘di nava rêveberiya xweser de cih girtiye’ ceza lê hatiye birîn, da.

Polîtîkayên welatên Ewropa yên li dijî welatparêzên Kurd ên ji ber zilm û zordariya Tirkiye neçar mane koçî welatên Ewropa bikin, bê navber dewam dike.

Jina Kurd a penaber Leyla Şaman a di dema rêveberiya xweser a li navçeya Nisêbîn a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê de ku 3 meh û nîvan di dema qedexeyên derketina derve de li gel dayika xwe li taxa Yenî Şehîrê di mala xwe de man û bi dehên caran, ji hêla hêzên dewletê ve hatin destgîrkirin û ji mala xwe bi zorê hatin derxistin.

Li ser mijarê Leyla Şaman diyar kir ku pîştî ku 6 Taxên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi tevahî ji hêla dewleta Tirk ve hatin rûxandin; qedexe li ser hinek Taxên navçeyê hate rakirin.

Jina Penaber Şaman wiha domand: “Di wê demê de bi hênceta ku min di nava ‘Rêveberiya Xweser de cih girtiye û alîkariya rêxistinê’ kiriye; di derbarê min de biryara girtinê hat dayîn. Ez jî ji neçarî hatim Ewropa ji bo mafê penaberiyê di Nîsana 2018’an de li Lûksembûrg serlêdana penaberiyê kir.

Dewleta Lûksembûrgê pîştî 3 sal şûnde biryara radestkirina min a Tirkiye daye. Ez weku jineke Kurd, bi salan di nava siyaseta demokratîkt de li Meclîsa Jinan a DBP û piştre jî ya HDP’ê min kar kiriye û di derbarê min de bi hêceta ku min di nava rêveberiyên xweser de cih girtiye biryara girtinê heye. Teslîm kirina min a Tirkiye; tê wateya ku welatên Ewropayê rewşa gelê Kurd û siyaseta demokratîk a li Tirkye di kîjan rewşê de ye, nabînîn ango naxwazin bibînîn. Rejîma faşîst ku di bin serkêşiya Bahçelî û Tayîp Erdogan de veguheriye rejîma zilmê, her roj bi dehan welatparêzên Kurd bi êşkenceyan destgîr dike û wan dixin girtîgehan. Ez dixwazim ev biryara teslîm kirina min a Tirkiye bê betal kirin û ez weke jinek Kurd li Lûksembûrgê mafê penaberiyê bigrim.” ANF

ETİKETLER: , , ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.