Piranîya wan Efxanîstanî li Wanê 300 koçber hatin girtin
Li navçeya Çaldêrana ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di kamyonekî bar de ku hêzên jendemeyan rawestandine 300 koçberên qaçax hatin girtin û 4 kesên bi gumana qaçaxîyê hatine desteserkirin.
Tîmên Fermandariya Jendermeyên navçeyê ragihandin ku di çarçoveya rê li koça neyasayî bigrin operasyonê xwe berdewam dikin.
Piranîya wan Efxanîstanî li Wanê 300 koçber hatin girtin
Herwiha tê gotin ku di encama pîşkînîna barhilgerekê jin û zarok jî di nav de 264 koçberên Efxanistanê, 30 yê Pakîstanê û 6 jî yên Iranê hatine girtin.
Fermandariya Jendermeyan dibêje bi îdîaya ku koçberên neyasayî tînin Tirkiyê ajovanê barhilgêrê M.A û kesên bi guman M.D, E.S û M.S hatine desteserkirin.
Li gor tê gotin rewşa koçberan ji ber kêm oksîjen û birçêbûnê ne başbûye û ji aliyê tîmên Hêla Germ 112 tenduristiya wan hatiye kontrol kirin û pêdeviyên jiyanê hatine dayîn.
Sinews03
Çavkanî Rudaw-Kurmancî