Li seranserê Tirkiyê li 21 bajaran agir bi daristanan ket û ji wan 57 şewat hatin kontrolkirin û 20 şewat hîn jî didomin.
Li seranserê Tirkiyê li 21 bajaran agir bi daristanan ket û ji wan 57 şewat hatin kontrolkirin û 20 şewat hîn jî didomin.
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê Bekir Pakdemirli ragihand: “Di hemû şewatan de rewş ber bi başî ve diçe, dema em qadên daristanan bi kar tînin, divê em gelek baldar bin, ev roj ji bo şewatê rojên gelek hesas in.”
Sê roj in li Tirkiyê li qadên daristanan zêdetirî 60 şewat derketin holê. Heta niha li 21 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 63 cihan agir bi daristanan ket û ji wan 57 şewat hatin kontrolkirin.
Li seranserê Tirkiyê heta niha ji ber şewatan 3 kes li Manavgatê û kesek jî li Marmarîsê bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bajarên ku di van sê rojan de bûne qada şewatê ev in; Edene, Osmaniye, Antalya, Mêrsîn, Mugla, Qeyserî, Manîsa, Kutahya, Balikesîr, Kîlîs, Mereş, Kocaelî, Kastamonu, Saqarya, Stenbol, Kocaelî, Hatay, Bûrsa, Îzmîr, Diyarbekir û Karaman.