DOLAR
9,6155
EURO
11,1969
ALTIN
554,22
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

Li Tirkiyê biryarên Rewşa Awarte hatin dirêjkirin

Li Tirkiyê biryarên Rewşa Awarte hatin dirêjkirin
18.07.2021
0
A+
A-

Li Parlamentoya Tirkiyê hejmareke biryarên ku piştî hewla derbeya leşkerî bi Biryarnameyên Rewşa Awarte hatibûn derxistin bi yasayeke nû hatin dirêjkirin.

Paketa guhertina hinek yasa û Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ku opozîsyon bi tundî li djiî wê derdiket, li Parlamentoya Tirkiyê bi dengên endamên partiya desthilatê hat qebûlkirin. Bi yasaya nû beşek ji biryarên ku di dema rewşa awarte de hatibûn wergirtin dîsan hatin dirêjkirin.

Ji wê yasayê hinek guhertinên girîng ev in;

-Di tekoşîna terorê de dema zêde ya desteserkirinan di bin kontrola polîsan de û jikardûrxistina karmendên hikûmî û desthilata wergirtina postên wan ji 31ê Tîrmeha 2021ê ve bo salekê hate dirêjkirin

-Yasaya ku desthilatê dide hikûmetê bo destdanîn û qeyûmavêtina ser kompanyayên kesên ku pêwendiya wan bi terorê re hene ji 31ê Tîrmeha 2021ê ve bo 3 salan hate dirêjkirin

-Cezayên deynên çekan heta 30yê Hezîrana 2022an û cezayên cotkarên tûtinê ku belgeya rêpêdanê ji Wezareta Jîngehê û Daristanan a Tirkiyê wernegirtine salekê hatin paşxistin

-Piştgiriya ku hikûmetê ji 2016an heta dawiya 2020an bo karkeran dida kompanyayan dê berdewam be

-Karmendên ku di xizmetên deriyên sînorî de li dijî qaçaxçitiyê serkeftinên mezin bidest bînin dê bêne xelatkirin

-Eger mûçeyê cerdevanan ji mûçeyê herî kêm hindiktir be ferqa di navberê de dê wek qerebû bê dayîn

-Dema ku ji bo xizmeta astengdaran hatibû diyarkirin ku pêwîst bû şaredarî û saziyên fermî bi cih bînin, desthilat hat dayîn bo wan saziyan ku bo salekê bikaribin dirêj bikin

Hewla derbeyê û Rewşa Awarte

Hewla derbeya leşkerî ya şeva 15ê Tîrmeha 2016ê, rewşa awarte li pey xwe anî û bû sedema derketina aloziyan, ku biryarnameyan şûna yasayan girt.

Rewşa Awarte, piştî hewla derbeyê di 21ê Tîrmeha 2016ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hat ragihandin û heta 18ê Tîrmeha 2018ê berdewam kir.

Piştî hewla derbeya leşkerî 32 biryarname hatin derkirin, artêş û serokerkaniya Tirkiyê hate sînordarkirin û piraniya desthilatan jê hatin standin û li ser organên hikûmeta sivîl hatin dabeşkirin.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.