Komîteyên restorakirina kehrebeyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo dest bi çêkirina tora kehrebeyê ya xirabbûyî ya taxa Teyî ya başûrê Qamişloyê kir.
Bi destpêka vegera şêniyên taxa Teyî ya Qamişlo li malên xwe re, piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tax ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî kir, yekesr komîteyên restorakirina kehrebeyê derbasî taxê bûn da ku torên kehrebeyê yên ku zirar dîtin restore bikin.
4 erebeyên girêdayî komîteyên restorakirinê yên girêdayî Şaredariya Gel a Qamişlo ya girêdayî Rêveberiya Xweser derbasî taxê bûn û dest bi tomarkirina zirarên ku di torên kehrebeyê de çûbûne, ji stun û qutbûna xetên kehrebeyê kir.
Li gel xebata şopandin û tomarkirina ziraran, torên giştî yên di vê dawiyê de li taxê hatine qutkirin, hatin çêkirin.
Girêdayî mijarê, Hevserokê Gerînendetiya Kehrebeyê ya herêma Cizîrê Ekrem Silêman got ji sedî 30 zirar di torên kehrebeyê yên taxê de çêbûne û xebata jinûve sererastkirina torê û rizaran dest pê kir.
Silêman da zanîn ku gerînendetiyê ji bo sererastkirina ziraran û jûnve dayîna kehrebê li taxa Teyî tevahî tîmên xwe kirine xizmetê.
(fr)
ANHA