DOLAR
13,8164
EURO
15,6712
ALTIN
789,77
BIST
2.038
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Yağışlı
12°C
Diyarbakır
12°C
Yağışlı
Cuma Parçalı Bulutlu
10°C
Cumartesi Az Bulutlu
13°C
Pazar Az Bulutlu
14°C
Pazartesi Az Bulutlu
15°C

Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
21.11.2021
0
A+
A-

Tevgera Jinên Azad (TJA) û TUHAY-DER’ê li Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin.

TJA û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de işaret bi binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan hate kirin.

Di daxuyaniya li pêşiya Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar û Dilşat Canbaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan amade bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût got, “Em li qadan, hevalên me yên girtî jî li girtîgehan têdikoşin. Li her derê jin xwe bi rêxistin dikin, jin xurt dibin. Jin wê heta azadî û wekheviya li vê xakê têbikoşin.”

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî nerazîbûn nîşanî Qanûna Înfazê da ku bi rêya vê qanûnê girtî cara duyemîn mexdûr bûne.

Parlamentera HDP’ê Pero Dundar jî destnîşan kir ku girtîgeh veguherîne êşkencexaneyê û got, “Ev yek ji Îmraliyê dest pê kir û li her derê belav bû. 22 sal in li ser lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev sîstem kengî tengav dibe êrişî Kurdan dike, êrişî jinan dike. Kujerên jinan li derve digerin, lê êşkence li siyasetmedaran tê kirin. Me li hemberî vê yekê ti carî serê xwe netewand, em ê serî netewînin. Êşkenceya tê kirin sûc e û em ê li ber rabin.”

Li Îzmîrê jî endamên TJA û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Sumerbank a Kevn a li Konakê daxuyanî da.

Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu jî tevlî çalakiyê bû û hate ragihandin ku binpêkirina mafên jinan ên li girtîgehan bi hinceta şewbê dewam dikin.

Hate ragihandin ku ev êrişên li dijî jinên girtî xizmetê ji aqlekî sîstematîk re dikin û hate gotin, “Li dijî zext û êrişên li dijî girtiyên jin, em ê li her qadê di her şert û mercî de têbikoşin.”

ANF

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.