Li Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê mamosteyan li hemberî binpêkirinên hiqûqî yên rejîma Îranê îro jî daketin qadan.
Ji ber giranbûyîna nirxê kelûpelên jiyanê gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê bi rewşeke pir zehmet re rû bi rû ye û di nava hejariyeke giran de rojên xwe diborîne. Rejîma Îranê ku ne tenê çareseriyekê ji pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên welatiyan re nabîne belku di heman demê de rojane ji xwepêşandan û nerazîbûnên ku gel li her deverê Rojhilatê Kurdistan û Îranê nîşan dide tê dîtin ku rojane krîz kûr dibe.Yek ji wan beşên civakî mamoste û xebatkarên perwerehiyê ne ku hema bêje ji sala bihorî heya niha li dijî binpêkirinên mafên xwe, bê edaletî û girtin û destgîrkirina hevalên wan ên ji aliyê rejîma Îranê ve li qadan in.Di vê çarçoveyê de mamosteyên li bajarên Sine, Merîwan, Tehran, Erak, Lendê, Şîraz, Lengrûd, Ehwaz, Kirmaşan, Deştê Fars, Hemedan û Kerec ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daketin qadan û bi mîtîng û xwepêşandanan nerazîbûnên xwe anîn ziman. Mamosteyên neraziyên her sê cihan jî diyar kirin ku ew ê heya bi destxistina mafên xwe wê qadan neterikînin.Di xwepêşandana li Kerecê de hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin û bi lêdanê herî kêm 15 mamoste destgîr kirin.
ANHA