Mahfuz Yildiz, Lahey- Gelê Kurdê ku li Hollanda dijî salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) pîroz kirin.
Li başarê Den Haagê(Den-hax tê xwendİn-The Hague- Lahey) Kurdistanîyan û dildar û endamên PKKyê salvegera damezirandina vê partîyê bi govend, stran û dîlan pîroz kirin.
Jiber qedexeyên pandemîyê, li gorî salên çûyî, her çiqas coş û heycan kêm bû jî lê dilgermî û rûkenîyan beşdaran xwe dida der.
Li çar alîyê salonê kincên gelerî, şal û şapik, li xwe kirinên xemlî yên ku bi destan hatine çêkirin û pirtûkên Kurdî û Tirkî li ser dezgeyan li benda bazarê bûn.
Her weha nivîskarê zaravayê Zazakî(Kurmanckî-Dimilî) Ekrem Yüzer jî pirtûka xweya binavê Cawidaniya Hiri(Bi Tirki: Bilincin Ölümsüzlüğü) ku gelek biwêj û gotinên pêşîyan bi zimanê Kurdî û Tirkî têde cih digrin îmza kir.
Bername bi beşdarbûna hunermendên navdar Hakim Sefkan, Hozan Aydin, Narinxan, Cewad Merwan, Ali Dildar, Bagerê Zînê dewam kir û bi folklora rengîn û xweş bidawîhat.