DOLAR
18,6344
EURO
19,6306
ALTIN
1.077,07
BIST
4.962,97
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Açık
14°C
Diyarbakır
14°C
Açık
Pazar Az Bulutlu
13°C
Pazartesi Çok Bulutlu
12°C
Salı Çok Bulutlu
11°C
Çarşamba Az Bulutlu
12°C

Li Hollanda, Amsterdamê, Protestoya Mahsa Jîna Amînî

25.09.2022
0
A+
A-

Mahfuz Yildiz/Hollanda 🇳🇱

Iro li Hollanda, Amsterdamê girseyek gel, Kurd û Faris û pekhateyên din yên Iranî, ji bo keça Kurd Mahsa Jîna Amînî, protestoyek lidarxistin.

Foto: Mahfuz Yildiz

Di protestoyê de gelek grub ji Farisan û Kurdan pêkhatî li gel hev amade bûn.

Bi Kurdî û Farisî daxwuyaniyên tund li hember rejîma Iranê hatin ziman.

Foto: Mahfuz Yildiz

Her wiha, xwepêşandêran û berpirsan, qewimandinê ku ev 9 roj in li Iranê rûdidin wek ‘şoreşek gel’ bi nav dikin û wisa bawerdikin ku gelê Iranê êdî rejimek tund ya qaşo Islamî qebûl nake û ji ber kiryarên xerab yên vê rejimê serîhildide.

Foto: Mahfuz Yildiz

Her weha Kek Hesen Mejîdî berpirsê li Hollanda ya Hîzba Demokrata Kurdistan a Iranê ev rewş wek serhildaneke hevbeş ya Kurdan û Farisan binav kir û anîziman ku di dîroka Irana modern de ev cara yekeme xelkê Fars li gelê Kurd xwedî derdikeve.

Hesen Mejîdî berpirsê li Hollanda ya Hîzba Demokrata Kurdistan a Iranê, Foto: Mahfuz Yildiz

Li alî din dîsa ji Rojhilatê Kurdistanê Kek Kemal got min ku li gelek bajarên Iranê sloganên wek “Kurdistan Kurdistan çeşm û çiraya Iran” hatine berzkirin.

Foto: ANF

Mahsa Amînî, binavê xweyî Kurdî Jîna, anko Mahsa Jîna Amînî keçek Kurd bû ku ji ber porê vê, li gor gotinan baş nehatibû nixwumandî, meles kirin, hat lêdan û ev êşkenc û lêdan bû sedema qetla wê.

Foto: Mahfuz Yildiz

Rejima Iranê ji desthilatdarîya Homeynî bi vir de, goya li gor sîstemek Islamî dimeşe û dibê keç û jin serkot, servekirî, bêmeles dernekevin derve, ger derkevin ji terefê ‘polîsên exlaqê’ ve tên ceza kirin.

Sinews03

Iro di protestoyên Hollanda, Amsterdamê de bi taybetî temezî, şal û melesên ku jin porên xwe pê digrin hatin şewitandin!

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.