Li Edeneyê polîsan êrişî bîranîna qurbaniyên komkujiya Pirsûsê kirin û 19 kes destgîr kirin.
Ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatibûn qetilkirin, li Parka Înonu ya girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê, bi pêşengtiya ciwanan çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edenê Kemal Pekoz, Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş û endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) beşdarî bîranînê bûn. Canser Dayanir li ser navê ciwanan daxuyanî da. Dayanir, kesên qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û diyar kir ku berpirsiyar desthilatdariya AKP’ê ye.
Ciwanan piştî daxuyaniyê, xwestin ji Parka Înonu heya Parka Rêwîtiyên Xewnan ”Parka Peykerê” bimeşin. Polîsan ji bo meşê destûr nedan û êrişî ciwanên xistibûn dorpêçê de kirin. Polîsan di êrişî de li ciwanan xistin. Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş li dijî vê rewşê derket. Lê polîsan ew ji qadê dûr xistin.
Di dema êrişa polîsan de, 19 ciwan bi lêdanê hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
Hate diyarkirin ev kes hatine destgîrkirin: Ayşe Bezegîş, Elîf Kesen, Onur Yoldaş Mete, Cîhan Azîzoglu, Mutlu Ozşîmşek, Alî Baskin, Huseyîn Para, Canser Dayanîr, Serhat Yaman, Recep Koltuk, Ulaş Can Taylan Arguç, Bariş Bozkurt, Huseyîn Emun, Recep Korluk, Berk Alici, Selahattîn Burnaz, Bulent Sunar, Esat Kaya û Yalçin Emun.