Biryare civîna lûtkeya welatên cîranê Iraqê îro li paytexta Iraq Bexdayê, pêkbê. Ji bo vê jî Iraq bi awayek fermî Tirkiye, Kuwêt, Îran, Siudî û Urdûnê vexwendiye civînê.
Lê tê payîn Fransa û Misir jî tevlî civînê bibe.
Ji bo vê yekê jî îro serê sibê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihişte Bexda. Macron ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat pêşwazîkirin
Li gor ajansa Rojnewsê ku agahî li endamek Lijneya Asayîş û parastinê yê Parlamentoya Iraqê girtiye, diyar dike ku wê di civînê de behsa dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûr were kirin.
Her wiha ajansê diyar kir ku wê biryar li ser dawîanîna derbazkirina sînor ya ji aliyê dewleta Tirk ve jî were dayîn.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku sûrê di vê civînê de nehatiye vexwendin.