DOLAR
9,2838
EURO
10,7640
ALTIN
525,86
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Lavrov: Şerê rêjîma Sûriyê û opozîsyonê bi dawî bûye

Lavrov: Şerê rêjîma Sûriyê û opozîsyonê bi dawî bûye
22.09.2020
0
A+
A-

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de bi dawî bûye û tenê 2 navçeyên germ mane. Ew jî Idlib û rojhilatê Firatê ne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji “al-Arabiya” re ragihand, rûbirûbûna serbazî di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de bi dawî bûye û tenê 2 navçeyên germ mane. Yek ji wan Idlib ya di destê Desteya Tehrîr El Şamê de ye.

Lavrov da zanîn, hebûna wê grûpê li Idlibê kêm dibe û bi Tirkiyê re li gor hevtêgihîştina Rûsî – Tirkî kar dikin. Diyar kir jî, niha gerên wan ên hevbeş bi Tirkiyê re li Idlibê li ser riya M4 hatine rawestandin û her dema rewş aram bibe, dubare destpê bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got: Pêwîst nake rêjîma Sûriyê êrîşî Idlibê bike. Tenê pêwîst dike li bêgehên teroristan bidin.

Li ser navçeya din Lavrov diyar kir, navçeya din rojhilatê Firatê ye. Hêzên Amerîkî bi awayekî ne rewa lê bi cih bûye û ligel kurdan bi awayekî ne berpirsyar tevdigere.

Lavrov got jî: Kompanyayeke petrolê ya Amerîkî jî anîne wê navçeyê û pêwîstiyên xwe ji petrolê dertînin. Bêyî ku rêzê li serwerî û yekperçeyîya Sûriyê bigirin, wek çawa di biryara Encûmena asayişa Navdewletî 2254 de hatiye./K24

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.