DOLAR
9,3028
EURO
10,8434
ALTIN
530,75
BIST
1.430
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
24°C
Diyarbakır
24°C
Az Bulutlu
Perşembe Az Bulutlu
25°C
Cuma Az Bulutlu
26°C
Cumartesi Az Bulutlu
27°C
Pazar Az Bulutlu
27°C

Kovareke Amerîkî hewldanên Rûsya, Çîn û Îranê li Efganistanê eşkere kir

Kovareke Amerîkî hewldanên Rûsya, Çîn û Îranê li Efganistanê eşkere kir
24.07.2021
0
A+
A-

Kovareke Amerîkî hewldanên Rûsya, Çîn û Îranê yên xurtkirina hêza xwe li Efganistanê piştî vekişîna Amerîkayê, eşkere kir.

Kovara “News Week” a amerîkî pêwendî bi berpirsên 3 dewletên navborî re kir da ku planên wan der barê geşedanên li Efganistanê nas bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Andrei Rudenko ji kovarê re got: “Paşdeketina rewşa Efganistanê gefên yekser li ser Asya Navîn çêdike.”

Têkildarî tecrûbeya Moskov bi Turkmenistanê re ya li ser sînorê Efganistanê Andrei Rudenko wiha axivî: “Ew nîqaşek di aliyê ewlehiyê de ye û girêdayî gef û astengiyên hevbeş e.”

Her wiha baylozxaneya Rûsyayê li Efganistanê wiha got: “Em pêwendiyên siyasî bi aliyê efganî re çêdikin. Di nav de pêşwazîkirina şandeyên ji hikumeta Efganistanê û Tevgera Talîban.”

Girêdayî têkiliya Çînê bi Efganistanê re, kovarê got ew vedigere sedsalên borî dema ku Kabul navendeke girîng a li ser rêya Herîr a ji Çînê heta Asyayê.

Kovarê diyar kir ku Bekîn metirsiyên xwe ji ber tevlîheviya li ser sînorê Efganistanê ya li ser sînorê herêma Xinjiang aniye ziman.

Girêdayî têkiliya di navbera Efganistan û Îranê de kovarê ev tişt got: “Hê jî di hin aliyan de kûr e. Ji ber ew ne tenê di aliyê dîrokê de girêdayî ne, lê belê di aliyê çandî û ziman de jî girêdanek heye.”

Serokê nivîsgeha çapemeniyê ya şandeya Îranê li NY`yî Şarûx Nazimî jî diyar kir ku Tehran dixwaze beriya her tiştî bighêje çareseriyeke diplomatîk li Efganistanê.

Her wiha kovarê piştrast kir ku li Îran jî weke Rûsya civînên hundirîn ên aliyên efganî hatine lidarxistin.

(bx)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.