DOLAR
9,2838
EURO
10,7640
ALTIN
525,86
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Konseya Ewropa:  Avakirina du dewletan li Qibrisê ne pêkan e

Konseya Ewropa:  Avakirina du dewletan li Qibrisê ne pêkan e
23.07.2021
0
A+
A-

Serokê Meclisa Ewropayê Charles Michel îro ragihand daxuyaniyên Erdogan der barê herêma Varosha ya li Qibrisê nakokiyan zêde dike, her wiha pêşniyara Erdogan a avakirina du dewletan li giravekê nayê nîqaşkirin.

Erdogan roja sêşema borî serdana parçeyê bakurê girava Qibrisê kiribû  û gotibû ne pêkan e tu pêşketin di danûstandinan de, ji bilî avakirina du dewletan, çêbibe.

Têkildarî wê, serokê Konseya Ewropayê Charles Michel îro da zanîn ku axaftinên Erdogan ên der barê herêma Varosha ya Qibrisê nakokiyan zêde dikin.

Charles Michel piştrast kir ku pêşniyarên Erdogan der barê avakirina du dewletan li girava Qibrisê de nayên nîqaşkirin.

Erdogan di serdana xwe de ya ji bakurê Qibrisê re ku di bin kontrola dagirkeriya Tirk de ye ku şêniyên wê di 1974’an de ji yewnanistana revîne, diyar kiribû ku dê ji nû ve jiyan li Varosha vegere.

Rayedara sêyem a di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de Victoria Noland çarşema borî destnîşan kir ku DYA’yê pêşniyara Erdogan ya avakirina du dewletan li Qibrisê red dike.

Ji dema êrişa dewleta Tirk ji bakurê Qibrisê re di 1974’an de Qibris hatiye parçekirin. Komara Qibrisê di 2004’an de tev li YE’yê bû û tenê aliyê başûrê giravê ye. Di wê parçeyê de qibrisiyên yewnanistanî dijîn û desthilatek wê bi rê ve dibe û NY’yê pê îtîraf dike. Lê aliyê bakur, tenê ji hla Enqerê ve tê îtîrafkirin ku Komara Bakurê Qibrisê ya Tirk e.

(dm)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.