DOLAR
9,2949
EURO
10,7905
ALTIN
528,13
BIST
1.413
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Çok Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Çok Bulutlu
Salı Parçalı Bulutlu
24°C
Çarşamba Az Bulutlu
23°C
Perşembe Az Bulutlu
24°C
Cuma Az Bulutlu
25°C

Komîteya koçberên Serêkaniyê mûzakereyeke protestoyî radestî Koalisyona Navneteweyî kir

11.10.2021
0
A+
A-

Komîteya Koçberên Serêkaniyê mûzakereyeke protestoyî radestî nûnerên Koalisyona Navneteweyî kir. Tê de banga derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmê dagirkirî kir.

Çalakiyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê  ya di çarçoveya pêngava “Vegera ewle bêyî dagirker” de didomin. Îro endamên komîteyê serdana navenda Koalisyona Navneteweyî ya li bajarê Hesekê kir û mûzakereyeke protestoyî radestî wan kir.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di 9`ê Tîrmeha borî de ji koçberê herêma Serêkaniyê hate avakirin. Armanc ji avakirina wê ew e ku balê bikşînin ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê yên li herêmên dagirkirî dikin.

Şandeya komîteyê ji serokê komîteyê Mesûd Hiso, berdevkê komîteyê Mehmûd Cemîl, endamên komîteyê Zehra Semhûn, Besam Kaco û Mihemed Milî pêk dihat.

Di serdanê de komîteyê mûzakereyeke protestoyî radestî Koalisyona Navneteweyî kir û bi vê yekê xwest ku zext li dewleta Tirk û çeteyên wê were kirin da ku ji bajarê Serêkaniyê vekişin, vegereke ewle bi misogeriya navneteweyî ji şêniyên bajar re peyda bikin û sûcên ku li Serêkaniyê û Girê Spî têne kirin, werin teşhîrkirin.

Komîte bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re civiya. Civîn ji çapemeniyê girtî re hate lidarxistin. Piştre encamên civînê bi kongreyeke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Têkildarî mijarê serokê komîteya koçberên herêma Serêkaniyê Mesûd Hiso diyar kir ku wan bal kişand ser girîngiya ku dewleta Tirk were derxistin û vegereke ewle ji koçberan re were peydakirin.

Mesûd Hiso diyar kir ku nûnerên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê soz dan ku xwestekên koçberên Serêkaniyê bighînin aliyên pêwendîdar.

Mesûd Hiso di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe pêk bîne da ku zêdetir destekê bide şêniyên Serêkaniyê.

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.