Piştî şer û nakokiyên li herêmê çêbûn, komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê dest bi gera karwana “Aştiya Çemê” kir, ku tê de 50 kesayetên ji civaka sivîl, çalakgerên sivîl, rewşenbîr, peykersaz hene.
Îro gera karwanê ji bendava Mensûra dest pê kir û gihaşt pira kevn a li Reqayê.
Di gera ku ji bendava Mensûra dest pê kiriye de, komek rewşenbîr, wêjevan, peykersaz, bangawazên aştiyê yên Reqayê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê beşdar bûn. Di gerê de gelek keştî hebûn.
Di keştiya ku navê “Keştiya Aştiyê” hilgirtiye de, gelek çalakî hatin lidarxistin, jê jî wênexêzî, çêkirina peykeran bi rêya qermîtê. Ev çalakî jî ji bo danasîna çemê Firatê û balkişandina cîhanê li ser asta çemê Firatê ye ku dagirkeriya Tirk kêm kiriye, hat lidarxistin.
Dema kom gihaşt Reqayê, Reqa bi navê bajarê Aştiyê ragihandin. Her wiha rêxistinên civaka sivîl, saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên bajêr li benda karawanê bûn.
Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Reqayê xirab bûbû, bi wê re komek ji rewşenbîran ji nû ve aktîf kir. Ev komele beriya krîza Sûriyê gerên çemî ji Totel heta bajarê Marî dest pê dikirin, her 18’ê meha 8’an ji salê dest bi vê gerê dikirin, ji ber di wê dîrokê de bajar hat keşfkirin.