Mahfuz YILDIZ
Dengê vî ji kûrde tê, wek Çemê Behedê, wek Dicle dilorine.
Di serî de tu dibêjî ‘’ev çi deng e’’ lê dema tu xwe pêva berdidî
Cîhanek rengîna ji destan û folklora gelê te, ji serpêhatîyan, ji coş û şahîyan, ji derd û keserên miletê tê radixe berçevên te
Vê demê, tu hes diki ji vî dengî, tu dibî yek bi dengî re û deng dibe neynik ji his û ramanên te re û tu, bi rêzdarî serê xwe ditewînî ji vê hunermendîya xwerûya xweser re.
Bi harmonîya muzîk û derng re, raman û his xwe lihev dipêçin û te li hespekî xeyalîyê bi bask swar dikin berbi gelî û zozan, gund û bajarên Kurdistana rengîn ve
Zaroktîya te tê ber çevên te, çîrok û klam û stran, govend û şahî û dîlan, şîn û girîn û feryad lihevdigerin
Dengbêj li dîwanê rûdinên û tevgêrek Kurdewar xwe berî rehên te dide, di xwîna te de hêdî hêdî ber bi dilê te ve hildikişe.
Tekoşer û şoreşger, serîhildêrên serînetewandî slavan li te dikin.
Ev deng dengê Koçer e, Koçerê Farqînî, Koçerê Amedî, Koçerê Kurd
Ku hunera xwe ji kultura hezarên salan ya Kurd girtîye û bi muzîka modern ya cîhanê ve girêdaye.
Van rojan albumek vî ya nûyî balkêş derket pêşberî me gohdaran
Albumek birastî gelek ciwan û nûjen û giranbuha ye lê balkêşîya albumê ne tenê ev e!
Di dengê Koçer de Ahdullah Pêşew diqîre û dibê ‘’Ho General’’ û beşera xweş ya bi xwe û hevalên xwe û gelê xwe bawer General Mazlum Abdî û berxwedana Rojava ya ku keç û lawên Kurdan yên cengawer û şoreşger barbarên herî tund yê cîhanê, ji bo xatirê tevahîya mirovên ser rûye vê erdê, têkbirin, tîne berçevên me.
Koçer diqîre û Selahedîn Demirtaş tê ziman, bi me re dipeyiv. Koçer dibêje ne qaydeyê min e bi tirkî sitirîn lê min ji bo qedrê Kek Selahedîn min helbesta vî vernegerand û raste rast bi zimanê tirkî xwend.
Kek Selahedîn bi devê Koçer tê ziman,
‘’Sûc be sûc e
dibên bila roj dernekeve,
Ji hevîya aşîtîyê re demançeyan dikşînin,
tu bi bazdan radiperî li hemberî wan,
û ew te sucdar derdixin
Lê emê bikenin, wê demê emê bikenin,
bila sêwî nemînin raperîn
Sûc be sûc e biraoo,
bitenê bila neçilmise kenê mirov!’’
Koçer didomîne, Keçikek anarşîst, sembola Raperîna Parka Gezîyê, Keçika Kiras-sor, berê xwe dide qada berxwedanê
Koçer naraweste…
Hafizaya Kurd ya bi derd û kulan radixe peşberî me
‘’Çil Suwarên Xeyal Firoş’’, çil qehremanên Kurd, bi hewar û gazî hespên xwe dibezînin lê çi bikim
‘’Devzelinkê Mihemed Tunc’’ li Cizîra Botan di nav xwune de mane
Qetlîama Agirî û Dersimê tevlî qetliama Roboskîya Qilabanê dibe…
Û Koçer, me bi dengê bilura xwe wek Seydayê Gerok li çîyan, li qadên berxwedanê digerîne
Geh di govendek Medî de, me bi strana ‘’Nabkeve ha Nabkeve’’ tîne cojê
Geh dibe Cegerxwîn û dibê ‘’Lo lo Pismamo çima deng nakî, leşkerê dijmin l’çîyayê jorîn, weka xweş mêran jihevbelanakî’’
Û geh dibe Arame Tîgran Çevrêtîya Keçika bedew dike
Me got ev Koçer e û emê lê zêde bikin, bêjin ka gelo Koçer kî ye?
Çi kirîye û çi dike?
Birêz Koçer, gelo hûn dikarin ji me re, ji xwîner û şopînerên Sînewsê re hinekî qala xwe bikin, hûn kengê ji dayik bûn, we li ku xwend, asta perwerdeya we çi ye?
Ez di sala 1967 de li Silivanê, Farqînê ji dayik bûm, min Liseyê ji derva de xwedn û li Stenbolê di Akademîya Hunerê ya Stenbolê de ez li ser muzîk-teknolojîyê perwerde bûm. Dîsa li heman Akademîyê li ser fotografkêşî û sînemayê jî min perwerdeya xwe domand.
Yanê dema em qala Koçer dikin, em dikarin bêjin tu hem muzîsyen û hem fotografkêş û hem jî sînemager î?
Belê rast e, di wan her sê huneran de jî gelek berhemên min hene.
Min di sala 1990î de albuma xweya pêşî ya muzîkê Rêwiyên Azadîyê qeyd û bela kir. Ji wê rojê heta niha yazdeh(11) albumên minî muzîkê hene ku îsal min û Çetin Hoca bihevre albuma Payizê qeyd kir û Çil Siwarên Xeyal Firoş ku we li jorê qal kirîye, bi piranî gotin û muzîk aîdî min e, min biserêxwe tomar kir.
Belê, ji kerema xwe re, danasîna we em bidomînin. Di warê sînema û fotografkêjîyê de çi berhemên we hene heta niha?
Di sala 2004 de ji bo Televizyonek biyanî ez li ser dokumanterîya Mewlana xebitîm. Min hem derhênerîya wênesazîya dokumantarê û hem derhênerîya muzîka wê bihevre meşand. Ji sala 2005 heta sala 2016yan ez wek derhênerê dokumantarî-belgefilmê ji bo Televizyonek bîyanî xebitîm. Ez hem derhêner û derhênerê wênesazîyê jî bûm û bi serde, montaja xebatan jî min bixwe çê dikir.
Hunermendîya we hem hunerî û hem teknîkî ye, ez bawerkim di nav me Kurdan de kesên awha gelek kêm in, ne?
Belê, niha ez di warê muzîkê de jî bi vî awayî dixebitim. Yanê ez muzîkbêj im, ez aranjor, grafîker û derhênerê muzîka xwe me, gotin û besteyên stranên xwe jî bi piranî ez dinivîsim û nota dikim.
Gotinek Şirnexîya heye, dibên, ê babo, willah tu camêr î vêca!
Ez mineta kesî nakşînim, kar û îşên xwe, ligor bikêrbûna xwe digerînim
Ji 1992 û bi vir de ez xwedîyê sazîya produksiyonê me, min heta niha zêdetirî 200 album ji gelek hunermendan re qeyd û belav kirîye. Min derhênerîya wan û grafik û prodoktorîya wan bihevre meşandîye.
Di warê belgefilman de çi xebatên we hene gelo?
Niha nêzîkî 10 belgefîlmên min hene
Belgefilmên bajarên Kurdistanê
Amed, Mêrdîn, Ruha, Van, Semsûr û Heskêfê(Hesenkêf)
Û her wiha li ser kultura Kurdan wek belgefîlma Kî Zava-Dewetek Kurdan û Ser-hivde(Girê Miradan).Serhivde, di 17yê meha Nîsanê de wek festîval tê pîrozkirin, gel li ser zîyaretgehek li alî Farkînê şahîyê datîne.
Wekî din jî ez dikarim qala xebata xwe li ser dengbêjîyê bikim, ez karim bêjim min bi dengbêjên ku niha li jiyanê ne tevan re pêwendî danîye û belgefîlmên wan kişandîye.
Li alî din, min nêzîkî 50 video klîp kişandîye û derhênerî û montaja wan bixwe kirîye.
Di warê fotografkêşîyê de hûn karin çi bêjin ji me re?
Min heta niha wêneyên gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê girtîye ku arşîv kirîye
Çend mînakên xebatên min awha ne:
Telqin
Jinên Mazidaxê (Şermex)
Ev herdû wek pêşengeha wêneyan hat organîze kirin
Û wekî din jî
Erdnîgerîya Silîva(Farqînê)
Jinên Azad
Govenda Jinên Kurd xebatên minî wênekêşîyê ne
Û dîsa
Albumên minî muzîkê jî awha ne:
Koçer – Rêwiyê Azadiyê
Koçer – Min Çi Dit
Koçer – Çêroka Şevê
Koçer – Emre Demirhan – Mezopotamya’dan Anadolu’ya
Koçer – Koçber
Koçer – Hawra Nuh
Koçer – Stranên Bijartî 1
Koçer – Stranên Bijartî 2
Koçer – Stranên Zaroktîyamin
Koçer – Çetin Hoca – Payîz
Koçer – Çil Siwarên Xeyal Firoş
Belê Rêzdar Koçer, bi qasî ku xwuyaye, hûn hunermendekê piralî, multî-huner in.
Niha bila pezindan tê de nebe lê li Yilmaz Guney bifikire, nivîskar e, derhêner e, aktor e, ma gelo kî dikare bêje karên Yilmaz Guney bi qisûr bûn?
Dîsa hinek şexsîyetên Kurd hene hem şanoger in, hem helbestvan in, hem nivîskar û derhêner û leyistikvan in û her karê wan jî li wan tên
Belê, ez nabêjim ‘ez Yilmaz Guney im’ lê ez jî jibo hafizaya gelê xwe, li gorî têgihiştin û hunermendîya xwe xebatan dikim.
Rêzdar Koçer ez jî ji we re li xwe mikur bêm, îtiraf bikim , herçend ez we ji zûdeye dişopînim jî, min nizanibû ku hunermendîya we awha giranbuha ye. Min digot Koçer jî ji stranbêjên Kurd, stranbêjek e lê her ku ez bala xwe didim xebatên we, ez têdighejim ku hunermendîya we xwerû, kûr û mayînde ye. Hizmetek layikê gelê Kurd yê berxwedar e.
Gelek spas jibo peyvên we yî xweş. Belê em hev ji salên 1998 heta niha nas dikin. Wê demê me hev li derdora rojnameya Azadîya Welat didît
Rast e, em xwendevaên zanîngehên Stenbolê li derdora Navenda Çanda Mezopotamyayê û Avahîya Azadîya Welat dicivîyan. Wê demê Kovara Pîne jî hebû ne wisa?
Belê reveberê wê Mazlum Dogan bû, merivekî samîmî û bikêrhatî bû
Erê ha, Wek şekrokê nav kaxizan bû…
Wek şekirên buha yê eydîyan…
Belê, wisa ye. Rêzdar Koçer wekî din hûn dixwazin çi bêjin ji xwendevan û şopşînerên me û gohdar û heskirîyên xwe re?
Karên ku ez dikim tev li ser kultura Kurd û jiyana Kurdewar ya Kurdistanê ne, ji Rojhilat heta Rojava, ji Başûr heta Bakur ez li gelek deveran gerîya me, min rengan, dengan berhev kirîye û jibo hafizaya Kurd danîye arşîvan.
Ez dixwazim bêjim, ger sazî û kesayetîyên Kurdperwer hebin, li Kurdistan, li Ewropa, Amerika û Canada, em dikarin van xebatan raxin pêşberî çevên Kurdan û gelên cîhanê
Û her wekî din jî ez dikarim bêjim ku xebatên gelek suprîzane jî li ber destên min jibo çap û pêşengehan hene!
Birêz Koçer ez wek rojnameger Mahfuz Yildiz û li ser navê SÎNEWSê spasîya we dikim, gelek saxbin ji bo we me neşkênand û hevpeyvîna me qebûl kir.
Ez jî spasîya we dikim jibo vê hevpeyvînê û slavên xwe dişînim ji Amedê ta Amerika, Canada û Ewropayê re
Danasîna Albuma dawîn jî ev e
ÇİL SIWARÊN XEYAL FIROŞ 2011-2020
ÇIL SIWARÊ XEYAL FROŞ
GOTIN & MUZÎK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
NATEBITE
GOTIN & MUZÎK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
SUÇSA SUÇ
GOTIN/SÖZ: SELAHATTİN DEMİRTAŞ
MUZÎK/MÜZİK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
LOLO PISMAMO
GOTIN: CÎGERXWİN
MUZÎK: ARAM TIGRAN
ARENJE: KOÇER
QILABA
GOTIN & MUZÎK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
NABIKEVE
GOTIN & MUZÎK: GELERÎ
ARENJE: KOÇER
HO GENERAL
GOTIN: ABDULLA PEŞÊW
MUZÎK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
NAVÊ MIN DESTANE
GOTIN & MUZÎK: KOÇER
ARENJE: KOÇER
KEÇÊ
ÇAVKANÎ: ARAM TIGRAN
ARENJE: KOÇER