DOLAR
9,6155
EURO
11,2367
ALTIN
554,31
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
27°C
Diyarbakır
27°C
Az Bulutlu
Pazartesi Az Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
21°C
Çarşamba Az Bulutlu
22°C
Perşembe Az Bulutlu
23°C

Koalîsyona Navneteweyî: Heta em DAIŞ`ê bi temamî tune nekin, em ranawestin

23.03.2021
0
A+
A-

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Navneteweyî li Dêrazorê Ehmed Nasir destnîşan kir ku ew îro bi hevgirtina xebatên ku herêm rizgar kir û DAIŞ`ê têk bir vê rojê pîroz dikin û teqez kir ku ew ê heta DAIŞ`ê bi temamî tune nekin, ew ranawestin.

Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyona Naventeweyî li Dêrazorê Ehmed Nasir di merasîma salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê de axivî.

Nasir wiha got: “Bi xwîna ku ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê hatiye rijandin, hevalbendiya me xurttir bû. Tişta ku îro em gihaştinê bi saya wan berdêlan bû.”

Nasir destnîşan kir ku bi hevgirtina xebatên ku herêm rizgar kir û DAIŞ`ê têk bir vê rojê pîroz dikin û wiha domand: “Tişta ku hatiye bidestxistin bi saya hevgirtina Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên herêmê bû. Ev yek diyar dike ku dema xebat hevbeş be, dê tiştên ne ji rêzê bên bidestxistin. Divê wiha bimîne.”

Nasir wiha pêde çû: “Xebatê li dijî DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye, em ê tunekirina DAIŞ`ê dewam bikin. Heta em DAIŞ`ê bi temamî bi dawî nekin, em ranawestin. Da ku tiştên me di şer de bi dest xistine em ji dest nedin.”

Di dawiyê de Fermandarê Hêzên Taybet ê Koalîsyonê li Dêrazorê Ehmed Nasir teqez kir ku bi QSD`ê, Meclisa Sivîl, meclisên herêmî û eşîran re dê pêşerojeke xweş ji şêniyên herêmê re ava bikin.

(bx)

ANHA

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.