DOLAR
13,0691
EURO
14,8758
ALTIN
754,45
BIST
1.804
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
16°C
Diyarbakır
16°C
Parçalı Bulutlu
Çarşamba Sağanak Yağışlı
11°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
11°C
Cuma Az Bulutlu
12°C
Cumartesi Parçalı Bulutlu
11°C

Keça Kurd Melek ji Esareta Çeteyên Tirk Xelas Bû

09.09.2021
0
A+
A-

Efrîn..Pişt salekê ji revandin û agahiya kuştina wê, Keça Kurd Melek li malbata xwe vedigere.

Piştî salekê ji revandin û agahiya kuştina wê, Melek Nebî Xelîl li malbata xwe vedigere. Keça Kurd Melek rastiya revandinê wê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve eşkere kir û da zanîn ku çeteyan hovîtî û sûcên ku DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî dikirin, li wan jî dikirin.

Di pêvajoya 3 salên dagirkirina Efrînê de, li dijî jinan sûcên ji sûcên DAIŞ’ê xerabtir pêk hat.

Di nava bêdengî, korî û keriya wêjdanê navdewletî de, qirkirina çandî, talan, wêran, guhertina demografiya herêmê, revandina şêniyên resen jê jin û zarok jî di nav de, heya niha dewam dike.

Di 23’ê Gulanê de dîmenek ji Efrîna dagirkirî derket ku çeteyên dewleta Tirk gelek jinan revandî dibin girtîgeha navendî ya bajêr.

Di nava wan de jî zaroka bi navê Melek Nebî Xeleî ya 16 salî jî hebû.

Wê demê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan bal kişand ser vî tiştî ku Melek Nebîh Xelîl li gundê Dêrwîş ê Şereya Efrînê ji aliyê çeteyan ve hatiye revandin.

Piştî 15 rojan ji revandina Melek, agahiyên kuştina wê belav bûn ku cenazeyê wê avêtibûn nava zeviyên di navbera gundê Qestel Cindo û bajarê Ezazê de.

Malbata Melek wê demê nekarîn cenazeyê keça xwe nas bikin, ji ber ku rûyê wê tevahî hatibû xerabkirin.

8’ê Îlona 2021’an Çavkaniyekî taybet ji navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî diyar kir ku zaroka bi navê Melek Nebî Xelîl, beriya çend rojan vegeriya mala xwe û rastiya revandina xwe eşkere kir.

Keça Kurd Melek Nebî Xelîl: Ez jî di nava jinên ku hatibûn revandin de bûm

Melek piştrast kir ku dema hin wêne di girtîgeha navendî ya Efrîna dagirkirî de hatin belavkirin, ew di nav jinan de bû, lê piştî wan ew ji girtîgehê derxist û çeteyekî ew revand.

Melek diyar kir ku çeteyan ew birin parêzgeha Idlibê û di dirêjahiya vê demê de li gel xwe ragirtin û wekî DAIŞ`iyên ku nêzî jinên Şengalê dibûn, nêzî wê dibûn.

Her wiha Melek da zanîn ku ew bi darê zorê bi çeteyekî ji Idlibê re dizewicînin û ew çete piştre wê radestî çeteyên “Nuxbe” yê li gundê Meydankê yê navçeya Şera dike.

Lê piştî ku rewşa Melek a tenduristî û derûnî pir xerab bû, çeteyan ew berda.

Ronahi TV

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.