DOLAR
12,4902
EURO
14,1332
ALTIN
720,04
BIST
1.776
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Sağanak Yağışlı
14°C
Diyarbakır
14°C
Sağanak Yağışlı
Pazartesi Parçalı Bulutlu
16°C
Salı Parçalı Bulutlu
17°C
Çarşamba Gök Gürültülü
13°C
Perşembe Parçalı Bulutlu
12°C

Josep Borrell Yekîtiya Ewropa piştevaniya Herêma Kurdistanê dike

08.09.2021
0
A+
A-

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa amadebûna Yekîtiya Ewropa ji bo piştgirî û alîkariya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell amadebûna Yekîtiya Ewropa ji bo piştgirî û alîkariya zêdetir ji Herêma Kurdistanê re nîşan da, ta ku bikaribe rûbirûyê kêşeyan bibe.

Piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê re, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borrell di konferanseke rojnamevanî de armanca serdana xwe ji bo Hewlêrê aşkere kir û ragihand, ew hatiye ta piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji Herêma Kurdistanê re nîşan bide.

Borrell rola gel û desthilatên Kurdistanê û hevkariya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re re ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorîst DAIŞê bilind nirxand. Herwiha got jî: “Em bi kar û hevkariya bi hevpeymaniyê re dilsoz in, ji ber DAIŞ hîn têk neçûye, mixabin.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa pesnê desthilatdarên Kerêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina hejmareke mezin ji Kirîstiyan û Êzîdiyan da.

Li ser asta navxweyî ya raqê, Borrell bang li desthilatdarên Kurdistanê kir ku li ser başkirina pêwendiyên xwe bi Bexdayê re kar bikin, herwiha amadebûna Yekîtiya Ewropî ji bo hevkariya di vî warî de nîşan da.

Di vê derbarê de, çavdêrê siyasî yê Kurd Kerîma Kawe ji K24ê re got: “Kurd yek ji çar netewên Rojhilata Navîn e û pêgeh û rola wê heye. Hatina Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa bo Kurdistanê, belgeyek e ku serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê kariye ku rol û giraniya pêgeha Herêma Kurdistanê û pêwendiyên wê yên dîplomasî hebe.”

Herwiha Pisporê zanistên siyasî Karox Nûredîn jî got: “Herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî ve, vegeriya qonaxa berî sala 2017an, bê pêgeha Herêma Kurdistanê, ti welatekî herêmî yan navdewletî nikare ecindeyên xwe yên siyasî li herêmê cibicî bikin.”

Kurdistan24

Sinews03

Yazarın Diğer Yazıları
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.