DOLAR
9,6020
EURO
11,2100
ALTIN
553,66
BIST
1.480
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
26°C
Diyarbakır
26°C
Az Bulutlu
Cumartesi Az Bulutlu
26°C
Pazar Az Bulutlu
27°C
Pazartesi Parçalı Bulutlu
24°C
Salı Az Bulutlu
19°C

Joe Biden, Amerika ji bo xelkê ku parastina xwe nake, leşkerên xwe nade kuştin.

Joe Biden, Amerika ji bo xelkê ku parastina xwe nake, leşkerên xwe nade kuştin.
17.08.2021
0
A+
A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand: “Rayedarên Efxanistanê parastina xwe nekirin û em ji bo kesên ku parastina welatê xwe nakin, leşkerên xwe nadin kuştinê. Ev xelet e ku Amerika ji bo xelkê ku parastina xwe nake, leşkeran bide kuştin.”

Jeo Biden diyar kir: “Me ti car dest ji kuştina Usame bin Ladin venekişand, erkê me ew bû ku Efxanistan nebe cihekî kombûna terorîstan. Şerê me şerê terorê bû, ne avakirina dewleta Efxanistanê.”

Biden destnîşan kir: “Min her dem gotiye; tiştê di sala 2001ê de bû, gefa jinavbirinê bû. Îro terorîst li derveyî Efxanistanê ne, li Iraq, li Sûriye, li Somalî ne, li Asya û Efrîqayê teror heye û ew armanca me bûn.”

Serokê Amerîkayê da zanîn: “Me negotiye em her dem li welatan dimînin. Me Efxanistan xiste ser arasteyeke rast û her dema ku hewce bike, em ê tiştên pêwîst bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Dema ez hatim Koşka Spî, danûstandin hatibû kirin, hejmara serbazên Amerîkayê hatibû kêmkirin bo 2500 serbazan, Talîban di lûtkeya hêza xwe de bû, di îdareya berê de ev rêkeftin hatibû kirin, ti car agirbest nebû, me tenê xwest em serbazên xwe biparêzin.”

Joe Biden dibêje: “Me biryar da ku em serbazên xwe vekişînin û piştî 20 salên şer û pevçûnên li wî welatî, em gelek tişt fêr bûn. Ti car vekişandina serbazên Amerîkayê ji bo me xirab nebû. Em dizanin em çi dikin, tiştê ku hate kirin rast e.” 

Biden diyar kir: “Me nêzîkî 3 trilyon dolar xerc kir, 300 hezar serbaz rahênan kirin, çekên baş di destê wan de bûn, hêza wan ji gelek welatên endamên NATOyê zêdetir bû, me mûçe û budce jî dane wan, lê tiştekî wan heye, gelo Talîban xwedî hêzên esmanî û firokeyan e? Me hemû derfet dane wan ji bo siberoja xwe ava bikin. Hêzeke taybet a Efxanî hebû, rahênanên gelek baş bi wan hate kirin, lê li hember Talîbanê nekarîn.”

Herwiha eşkere kir: “Tiştê qewimî îsbat kir ku ti alîkariyeke serbazî nikare Efxanistanê bixe ser lingan, tiştê niha diqewime, diviyabû beriya pênc salan an jî piştî 15 salan rûbide.” Joe Biden eşkere kir: “Min ti car bawer nedikir tiştê ku niha diqewime, rûbide.”

Kurdistan24

Sinews03

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.