DOLAR
19,0905
EURO
20,6425
ALTIN
1.201,63
BIST
4.997,80
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Az Bulutlu
20°C
Diyarbakır
20°C
Az Bulutlu
Salı Az Bulutlu
18°C
Çarşamba Az Bulutlu
10°C
Perşembe Az Bulutlu
7°C
Cuma Parçalı Bulutlu
12°C

Jinên ku bi şehîd Sakîne Cansiz re civiyane: Me hêza xwe ji wê girtiye

Jinên ku bi şehîd Sakîne Cansiz re civiyane: Me hêza xwe ji wê girtiye
09.01.2022
0
A+
A-

Jinên Kurd ên ku bi têkoşer Sakîne Cansiz re hevditîne kirine gotin: “Em hêza xwe ji vê hevdîtinê û têkoşîna şehîd Sakîne ya di girtîgeha Amedê de digirin.”

Îro salvegera 9`emîn a şehadeta her sê jinên şoreşger ên Kurd, ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî)  e ku li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. 

Bi vê boneyê jina bi navê Arziye Ismet Reşîd ji kurdistaniyên li Lubnanê ku bi Sakîne Cansiz re civiyabû, hûrgiliyên hevdîtinê parve dike.

ÇAWA JINEK KU EWQASÎ ÎŞKENCE BÛYE DIKARE BI VÊ HÊZÊ BI GEL RE BIAXIVE!

Arziye Reşîd di destpêka axaftina xwe de di şexsê têkoşer Sakîne Cansiz (Sara) de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn. Arziye Reşîd têkildarî hevditina xwe ya bi şoreşger Sakîne Cansiz re got: “Wê demê min tiştek derbarê hevala Sara, Sakîne Cansiz de nizanîbû. Dayikan behsa wê dikir û digot, Sakîne 13 salan di girtîgeha dewleta Tirk de maye û her cure tundî û îşkence lê dihat kirin. Piştî demekê jî heval Sara bi rihekî geş pêşwaziya me kir. Di wê kêliyê de min ji xwe re got, çawa jinek ewqasî îşkence lê hatiye kirin bi vê hêzê bi gel re biaxive!” 

Arziye Reşîd sala 1991`ê, di şahiya pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bi şehîd Sakîne Cansiz re civiyabû  ku wê demê nû têkoşer ji girtîgehên dewleta Tirk a faşîst derketibû.

Arziye Reşîd bang li hemû jinan kir ku xwe li ser xeta têkoşer Sakîne Cansiz bi rêxistin bikin û wiha dewam kir: “Li her dever û zemanî em ê rêya şehîd Sakîne berdewam bikin, ji ber ku ew hêza ku me li ser bingeha wê xwe bi rêxistin kir û bi têkoşîna wê me xwe û nasname xwe nas kir.”

Jinên Kurd Sakîne Cansiz pêşenga hemû jinan dibînin ku ji bo bidestxistina mafên wan tê koşiyaye. Arziye Reşîd wiha axaftina xwe dewam kir: “Sakîne Cansiz bi tevlêbûna xwe wekî yekemîn jin di nav refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ku di qonaxeke hesas de bû, rê ji me vekir.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/01/08/214340_.jpg

Welatiya Fatime Tahir a 40 salî ji bajarê Qamişlo ye, 3 caran bi şehîd Sakîne Cansiz re civiyaye. Cara yekemîn dema 16 salî bû ku di civînekê de ku kesên cebhewî re tê de amade bûn, ew dît. Li gorî Fatime Tahîr, di wê civînê de têkoşer Sakîne Cansiz du saetan axivî, ji lew re taybetmendiyên şehîd Sakîne di bîra wê de man.

Fatime Tahir têkildarî kesayeta şehîd Sakîne Cansiz de wiha axivî: “Bi taybetmendiya Sakîne Cansiz tê diyarkirin ku ruxmî siyseta înkarkirin û qirkirina gelê Kurd, jina Kurd dikare di hemû waran de rola xwe pêk bîne.”

Fatime Tahîr diyar kir ku şehîd Sakîne Cansiz di civînê de behsa êş û zextên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de pê re rû bi rû maye kir, her wiha îşaret bi siyasetên xiyanet û tesfiyekirinê yên li dijî Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê kir.

Fatime Tahir wiha parve kir: “Hevdîtina min a bi Sakîne Cansîz re jiyana min guhart. Wê demê min hîs kir ku di heqê xwe û jinên civaka xwe de min kêmanî xistiyê û baş bi rola xwe ranebûme. Têkildarî vê yekê jî em deyndar im, ji ber ku rihê rêxistinî û berxwedanê li cem me lawaz e. Ji lew re pê bandor bûm û min hêz û israr jê wergirt. Her wiha ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe jî min soz da xwe ku ez ê li ber xwe bidim û tê bikoşim. Êdî li ser vê bingehê min dest bi rêxistinkirina jinan û karê cebhewî kir.”

‘ŞEHÎDXISTINA SAKÎNE CANSIZ HEDEFGIRTINA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ YE’

Hevdîtina duyemîn a Fatime Tahir a bi têkoşer Sakîne Cansîz re di 15`ê Tebaxa 1991`ê de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz bû. Fatime Tahîr diyar kir ku di vê civînê de şehîd Sakîne bang li jinan ki ku li dijî hemû pîvanên paşketî li ber xwe bidin û tê bikoşin.

Fatime Tahir têkildarî taybetmendiyên şehîd Sakîne Cansiz anî ziman ku ew keça Dêrsimê ye ku piştî komkujiya Dêrsimê 1938`an dewlet û desthilat naskiriye û li dijî siyaseta desthilatdarî û înkarkirinê tê koşiyaye.

Fatime Tahir îşaret pê kir ku cara dawî 2009`an li çiyayên Kurdistanê 4 rojan bi şehîd Sakîne Cansiz re maye û wiha axaftina xwe dewam kir: “Wê carê bi kurdiyeke xweş diaxivî û guhartineke mezin di kesayeta xwe de çêkiribû, ruxmî tundiya ku li ser wê hate kirinî, lê vê yekê taybetmendiyên wê neguhart, dilnizim bû û hestên wê xurt bûn.” 

Fatime Tahir bang li hemû jinên Kurd kir ku şehîd Sekîne Cansiz mînak bigirin û bi rihê wê tev bigerin û got: “Têkoşîna şehîd Sakîne bingeha rêxistinkirina jinan û kesayeta berxwdêr e. Şehadeta wê bi vî rengî ji wan giran hat, ji lew re em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin, da ku azadî û aştiyê misoger bikin.

Di dawiyê de Fatime Tahir destnîşan kir ku qetilkirina Sakîne Cansiz hedefgirtina Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û got: “Şehîd Sara nûnertiya fikir û rêxistina tevgerê dikir.”

(eh)

ANHA

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.