DOLAR
18,8264
EURO
20,2167
ALTIN
1.136,44
BIST
4.186,01
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
Diyarbakır
Parçalı Bulutlu
6°C
Diyarbakır
6°C
Parçalı Bulutlu
Perşembe Açık
7°C
Cuma Açık
8°C
Cumartesi Açık
8°C
Pazar Açık
8°C

Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin

Ji bo Doza Kobanê bang kirin: Wer in em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî têbikoşin
29.05.2022
0
A+
A-

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Umît Dede diyar kir ku di Doza Kobanê de şandeya dadgehê ji bo bisînorkirina mafê parastinê biryar da ye û wiha got: “Wer in em bi hev re li dijî vê qirkirina hiqûqî têbikoşin.” 

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede têkildarî Doza Kobanê ku dê danişîna wê ya 13’an sibe dest pê bike, li avahiya navenda giştî daxuyaniyek da. 

Dede, bi bîr xist ku dozê salek li pey xwe hişt û wiha got: “Hewl didin hevalên me bi rêbazeke darazê yê ku di Dadgehên Ewlekariyê yên Dewletê (DGM) de nehatiye dîtin, bidarizînin. Ev doz, zêdetirî saleke berdewam dike. Bêguman hêj di serî de me ferq kir ku darizandineke adilane nabe. Doz, 4 sal piştî bûyeran hatiye vekirin. Di dozê de 5 dozgerên hatibûn peywirdarkirin, guherandin. Tevî vê yekê jî yek peyvek nehatiye guherandin. Erdogan di sala 2018’yan de ji bo ku di hilbijartinê de weke amûreke propagandayê bi kar bîne, bûyerên Kobanê xist devê xwe. Li ser vê yekê jî Dozgerê bi navê Ahmet Altun bi taybet di dosyayê de hate peywirdarkirin. Altun, di sala 2019’an de biryara nepeniyê da û doza kompasê gav bi gav pêş ket. Biryara binpêkirinê ya Daîreya Mezin a DMME’yê ya derheqê Selahattîn Demîrtaş de û nirxandina wê ya ku digot parvekirina twîtê sûc nîne, gelek girîng bû. Piştî van biryaran jî Erdogan got; ‘Em jî dê gava xwe biavêjin û karê xwe biqedînin.’ Bi vê gotinê bandoreke mezin li ser lêpirsînê kir.”

ÎDIANAMEYA DI HEFTEYEKÊ DE HATIYE QEBÛLKIRIN

Bi domdarî Dede da zanîn ku dozgerê dozê di sala 2020’an de îdianemeyeke ji 3 hezar û 530 rûpelan û zêdetirî 200 klasor ji şandeya dadgehê re şandine û wiha domand: “Şandeya dadgehê ya bi serokatiya Bahtiyar Çolak diyar kir ku îdianame di nava hefteyekê de bi baldarî xwendine û qebûl kirin. Piştî ku dosyayên li ber lêpirsînê gihiştin ber destê me, di nava dosyaya ku li ser fermana Wezareta Karên Hundir hatiye vekirin çendek belgeyên hatine jibîrkirin derketin. Siyasetmedaran bi daxuyaniyên xwe bandor li dozê kir. Ji bo darizandineke adilane, diviyabû 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran îdîaname paşve bişanda. Lê şandeya bi serokatiya Bahtiyar Çolak îdianame qebûl kir. Pêvajoya darazê di nîsana 2021’an dest dest pê kir. Hêj wê rojê me ferq kir ku dê darizandineke adilane nebe. Li ser banê eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê segvan hatin bicihkirin, parêzer û beşdar di sê noqteyên lêgerînê re derbas kirin û li şûna cihê parêzeran jî leşker hatin rûniştandin. Serokê dadgehê jî bi lez û bez dest bi darizandinê kir.” 

SEROKÊ KU ENDAMÊ ÇETEYAN

Di berdewamê de Dede bal kişand ser bêhiqûqiyên di dema darizandinê de û wiha pê de çû: “Bêyî tespîtkirina nasnameyan û xwendina îdianameyê dest bi darazê dikirin. Hêj ji roja ewil ve me fêm kir bê ka ev darizandin dê ber bi ku de biçe. Dadgehê di biryara xwe ya tensîbê de gotibû ku dê 45 rojan bênavber bên dadgehkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî wiha qet nehatiye dîtin. Bi vê yekê re hem îşkence û nêzikatiya xerab li hevalên me tê kirin û hem jî pêşî li parêzeran tê girtin ku dozê nekarin bişopînin. Di demên piştre de em hîn bûn ku serokê şandeyê ku ev biryar dabû, endamê komeke çeteyan e û piştî poşmantiya bibandor jî hatiye berdan. Navên ku serokê dadgehê dayîn navên ji rêzê nînin. Di nava burokrasiyê de saziyên girîng in. Lê belê kesên ku navê wan hatine dayîn, di vê dozê de gilîker in. Di rewşeke wiha de gelo ma kar û barên ev serokê dadgehê dike hiqûqî ne? Ma pêkane ku mirov bibêje darizandineke adilane kiriye? Piştî vê agahiyê divê hemû kar û barên wî kirine tune bên hesibandin. Lê belê kar û barên wî kiribûn li gorî hiqûqê hatin dîtin û bi heman awayî domiyan.” 

SEROK GUHERÎ LÊ SEPAN WEKÎ XWE MAN

Dede axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bahtiyar Çolak ji peywirê hate girtin lê belê pêvajoya darizandinê weke ku ew hebe tê domandin. Helwesta Çolak a li hemberî parêzer û hevalên me çi be, ya vê şandeyê ew e. Di danişîna dawî de dadgehê biryar da ku hevalên me tenê rojekê parastina xwe bikin. Hevalên me û parêzer bi îdianemeyeke ji 3 hezar û 530 rûpelan pê tê û bi 324 klasoran re rû bi rû ne. Lê tenê ji bo rojekê mafê parastinê tê dayîn. Bi vê biryarê re dibêjin ku parastina xwe neke. Daîreya Mezin a DMME’yê ji bo twîta HDP’ê got ku sûc nîne. Li ser vê yekê jî Ahmet Altun dest bi nêçîra şahidên vekirî û nepen kiribû. Ji hemû dozger û midûriyetên emniyetan re muzekkere nivîsand û di dawiya dawî de dît. 

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Şahidên ku herî zêde baweriya xwe pê di anîn, di rûniştina din de gotin ku hevalên me nas nakin. Her wiha gilîkerên ku li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bûyîn jî heman tişt gotin û diyar kirin ku ji hevalên me gilîdar nînin. Piştî ku ev kompasa wan vala derketî, vêcarê jî serî li bisînorkirina mafê parastinê kirin û dixwazin dosyayê bînin ber asta biryardayînê. Ji roja destpêkê heta niha dadgeh bêhiqûqiyan dike. Piştî biryarên Osman Kavala, Canan Kaftancioglu û Doza Geziyê, niha jî dixwazin bi doza Kobanê re bikevin hilbijartinan. Lê belê hem em û hem jî hevalên me dê li dijî van bêhiqûqiyan li ber xwe bidin. Banga me li hemû parêzer, saziyên hiqûqê û hêzên demokrasiyê ew e ku bên û em bi hev re li dijî qirkirina hiqûqî ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê kirin têbikoşîn.”

Ajansa Mezopotamyayê

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.