Balafir û topxaneyên artêşa Tirkiyê sê gundên navçeya Derkarê ya Zaxo bombebaran kirin û agirê ku ji ber wan bombebaranan bi daristan û zeviyan jî ketiye, hîn berdewam e.
Muxtarê gundê Şeranişê ji Rûdawê re ragihand ku ji şeva borî demjimêr 01.00 ta demjimêrên sibehê, 4 helîkopterên şer ên Tirkiyê gundên Bihêrê, Şeranişê û Steflatê yên Derkarê bomebaran kirin û îro jî gule li hejmareke cotkaran reşandine ku dixwestin biçin nav baxên xwe.
Rêveberê bajarokê Derkarê Edîb Cefer ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî bombebarana balafiran, îro 15 top li derdora wan hersê gundan ketine.
Edîb Cefer diyar jî kir ku ti ziyanên canî nebû ne, lê agir bi daristan û zeviyên wê navçeyê ketiye û bûye sedem jî ku di nava xelkê de tirseke mezin çêbibe. /Rudaw